Ji ber avahiyên li Amedê hilweşiyayîn 15 kes hatin girtin 2023-02-16 08:51:35 AMED - Li Amedê di encama erdhejê de 394 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di çarçoveya lêpirsîna derheqê avahiyên hilweşiyayîn de 39 kes hatibûn binçavkirin û ji wan 15 jê hatin girtin.    Di encama erdheja navenda Mereşê de li Amedê 394 kesan jiyana xwe ji dest dan. Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji ber avahiyên hilweşiyayîn û kesên jiyana xwe ji dest dayîn, lêpirsîn dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de 39 kes hatibûn binçavkirin. Ji binçavkiriyan 15 jê hatin girtin. Ji 39 kesên ku karûbarên wan ên îfadegirtinê li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê bi dawî bûn, sewqî dozgeriyê hatin kirin. Ji 39 kesan 22 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 2 kes jî piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan.    Di encama erdhejê de li Amedê 19 avahî hilweşiya bûn. Di encama hilweşîna 6 avahiyan de 394 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 902 kes jî birîndar bûbûn. Tê payîn ku hêj 20 kes di bin xerabeyên Navenda Kargehan a Diyar Galeria ya navçeya Bajarê Nû de ne.