‘Dewletê li herêma erdhejê rê li ber rêxistinên nijadperest vekir' 2023-02-16 09:01:42 STENBOL - Hevberdevka Komîsyona Penaber û Koçberan a HDP'ê Elîf Bûlût diyar kir ku alîkariyên ku bi rêya AFAD'ê hatine şandin ji ber nijadperestiyê nagihên penaberan û got ku piştî erdhejê dewletê rê li ber rêxistinên propagandaya nijadperest vekiriye.    11 roj di ser erdheja Mereşê re derbas bûn ku bandor li 10 bajaran kir. Li gor hejmarên fermî heya niha zêdetirî 35 hezar mirov jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 105 hezar kes jî birîndar bûne. Li deverên ku erdhej lê çêbûne gelek penaber û koçber jî hene. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), li van herêmên erdhejê 1,7 milyon koçberên ji sûriyeyê hene. Piştî erdhejê hin derdor sûriyeyiyan hedef digirin.    Hevberdevka Komîsyona Penaber û Koçberan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Elîf Bûlût bal kişand ser rewşa penaber û koçberên li herêma erdhejê.    REWŞA KOÇBERAN NAYÊ ZANÎN   Bûlût bibîr xist ku li van herêmên erdhejê gelek koçber hene û di şert û mercên pir dijwar de ne. Bûlût da zanîn ku beriya erdhejê koçber di xaniyên serobero de bûne û ji ber vê rewşa koçberan nayê zanîn.    Bûlût anî ziman ku "dê penaber çawa alîkariyê wergirin" di vî warî de tu agahî li ber destê wan tune ne û got: "Piştî penaber ji bin kavilan hatin derxistin pirsgirêkên wekî dê li ku bimînin derketin holê. Nizanin dê çawa alîkariyê wergirin. Dema erdhejê çêbû, demildest wergêr be rbi herêmê ve hatin şandin. Rêxistinên civaka sivîl ji bo alîkariya ji bo penaberan xebitîn. Qet nebe agahiyên kesên di bin kavilan de ji hin navendan re hatin şandin. Li wir me ev titş radigihandin Koordînasyona Krîzê ya HDP'ê. Agahî ji vir digihîştin AFAD'ê."    CIHÊKARÎ   Bûlût ragihand ku li herêma erdhejê penaber bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin û got ku wan ev yek di dema alîkariyan de pir eşkere dîtiye. Bûlût destnîşan kir ku di warê belavkirina alîkariyan de wekî tişta Walîtiya Amedê kiriye, konan nadin penaberan û got ku gava dikevin bin konan jî hin kes dibêjin 'Pêşî ji bo tirkiyeyîyan' û wan ji konan derdixin.    Bûlût da zanîn ku penaber rojên ewil nikaribûne terka bajêr bikin û gava bê destûr ji bajaêr dertên jî tên dersînorkirin. Bûlût bibîr xist ku penaber ji bo karibin derkevin derveyî bajêr divê belgeyeke fermî ji Îdareya Koçberiyê wergirin û got: "Xaniyên van mirovan xera bûne, xizan in û dixwazin biçin cem malbatên xwe yên li bajarine din. Lê dewlet nahêle. Mesela dewlet nahêle ew li balafirê siwar bibin. Li vir jî fîrmayên ototbêsan pêşî bilêtê difiroşin welatiyên Tirkiyeyê. Koçberên ku derkevin derveyî bajarê ku li ser qeydkirî ne, dê nikaribin sûdê ji mafên wekî tenduristî û perwerdehiyê bigirin."    ‘RÊXISTINÊN PROPAGANDAYA NIJADPEREST HENE'   Bûlût bilêv kir ku hewl didin pirsgirêka penaberên li herêma erdhejê tim di rojevê de bihêlin û tim bang li welatiyên din dikin ku di vî warî de hesas bin. Bûlût wiha domand: "Li herêma erdhejê şert û mercên gelekî giran ên derûnî û fizîkî hene. Mirov dimirin. Û tu ji xizmên wan re dibêjî; 'Tu li derve yî, birçî yî lê dewlet radibe alîkariya sûriyeyiyan dike, alîkariya te nake. Sûriyeyiyên bin kavilan rizgar dike, lê te rizgar nake.' Hin rêxistinên ku vê yekê vediguherînin propagandaya nijadperest hene. Nûçeyên wekî 'Penaber şêlankeriyê dikin, dest dirêjî jinan û zarokên keç dikin' tên belav dikin. Vîdeoyên ku ên tê de ne penaber in, wekî penaber bin belav dikin. Ev jîcihêkariyê zêdetir dike."     Bûlût di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dewlet divê ji bo çareserkirina pirsgirêkên penaberan xebateke taybet bi rê ve bibe û di vê pêvajoyê de divê her kes bi aqilê selîm tevbigere.