Li Bazarcixê tîmên hilweşandinê li ser kar in, malbat hewl didin eşyayên xwe xelas bikin 2023-02-16 10:36:11   MEREŞ - Li Bazarcixê avahiyên xesar dîtine tên hilweşandin. Tevî ku avahî xesar dîtine jî xelk dikeve malên xwe û eşyayên xwe xelas dike. Li navçeyê hê jî gelek malbat bêkon in.    Di roja 11’emîn a erdhejê de em tax bi taxên navçeya Bazarcixa Mereşê ku navenda erdhejê ye digerin. Me cara ewil berê xwe da taxa Fatîhê. Em dibînin ku mexdûrên erdhejê di konên AFAD’ê ku li kêleka hev danîn de dimînin. Lê hê jî li derdora konbajar gelek malbatên ku kon peyda nekirine û di baraqeyan de dimînin hene. Li vê taxê Koordînasyona Konan a KESK’ê û Egîtîm Senê û her wiha aşxaneya Şaredariya Silopiya xizmetê didin mexdûrên erdhejê. Endamên KESK’ê diyar dikin ku ew ji bo mexdûran dibin alîkar ku konan vedin û ew ê dersa taybet bidin xwendekaran, xizmeta tenduristiyê bidin û ji bo zarokan dê kargehan vekin.    Şaredariya Silopiya ji roja duyemîn ve bi TIR’ek alîkariyê xwe gihand Bazarcixê û ji aşxaneya ku vekiriye her roj sê danan xwarinê li mexdûrên erdhejê belav dike. Mexdûr diyar dikin ku pêdiviya wan bi daşriên seyar hene û heke ev daxwaz pêk neyê berovajiyê vê dê nexweşîn belav bibin. Welatiyên ku kon negihiştine destê wan li bendê ku kon ji bo wan bên.    TAXA CENGÎZ TOPEL    Piştî taxa Fatîhê, em berê xwe didin taxa Cengiz Topelê. Li vir ekîbên hilweşandinê avahiyên xesar dîtine hildweşînin. Welatiyên li ber malên xwe disekinin dikevin malên xwe û tiştên xwe yên ku zirar nedîtine derdixin. Li aliyekî welatiyek amûrên xwe ji binê kavilan derdixe, welatiyekî din jî bi kêfxweşî bawernameya lîseyê û çend pirtûkên birayê xwe derdixe û dide birayê xwe. Welatiyên dikevin avahiyên ku xesarek zêde dîtine lê nehatine hilweşandin tevî xeteriyê jî eşyayên xwe derdixin. Welatiyekî ku deriyê avahiyeke 3 qatî ya ku ji derve qayîm xuya dike, lê ji hundir ve mîna kavilekê ye, vekir û wiha got: “Em bê bela ji vê wêraniyê derketin. Hûn dibînin, heta derenceyê jî hilweşiyaye. Em dîsa jî şikir dikin, em xilas bûn, lê hemû mal û milkên me wêran bûn. Mixabin me cenazeyên 3 kesan ji xirbeyên avahiya ku hûn li vê quncikê dibînin derxistin. Me di roja ewil de du cenaze rakirin, piştî sê rojan me hê dikaribû cenazeyê sêyemîn jî derxin.”    Malbata Kurtyolu ku li brandayên li miqabilî mala xwe çêkirine de dimînin, ji bo ku 10 roj şûnde karibin xwe bişon, hewl didin avê li ser agir germ bikin. Meryem Kurtyolu ya ku di sîtilek mezin de avê germ dike, diyar kir ku ji bo ferdên malbatê xwe bişon ew ê li ber dîwar baraqek çeke. Kurtyolu wiha got: “Zêdetir zehmetiyên me jinan hene. Em neçar in ku ji bo hewcedariyên xwe yên daşirê avahiyên ku pir zirar dîtine bikar bînin. Gelek tişt hewce ne, lê yek ji hewcedariyên lezgîn daşir û serşok in. Pêdiviyên wekî eşyayên paqijiyê, şampuan, toursil hene. Em li ser betaniyan radizin. Pêdiviya me bi doşekan heye ji ber ku hewa pir sar e." Li aliyê din cil û bergên şûştî li qada vekirî li ser şerîdê tên daliqandin.   TAXÊN ÇAMLITEPE Û AHMET BOZDAG    Li taxa Çamlitepe li gel ku avahiyên xesarên mezin lê çêbûne jî hilweşandin hindik e. Li taxê konbajar hatiye avakirin. Hema bêje malek ku xesar nedîtibe tune ye û ji bo ku encama kontrola avahiyan ji malbatan re nehatiye ragihandin, hemû welatî li kolanan dimînin. Li gel ku li çend deveran konbajar hatine avakirin jî lê tengezariya konan dewam dike. Hê jî kon negihîştine gelek malbatan.    Em ji vir jî berê xwe didin taxa Ahmet Bozdag. Li vê taxê jî avahiyek ku xesar nedîtibe nîne. Li vê taxê konbajar li stadyûmê hatiye avakirin û mexdûrên erdhejê hatine bicihkirin. İlk günlere oranla daha sakin bir günü geçiren depremzedeler, yardımların daha adil dağıtılmasını ve bürokratik nedenlerden dolayı yaşanan aksaklıkların giderilmesini istiyor.    TAXÊN MENDERES Û ÎSTASYONÊ   Li taxên Menderes û Îstasyonê jî welatî di konên ku li ber malên xwe hilweşiyayî û xesardîtî vedane û lê dimînin.    REWŞA GUNDAN    Rewşa gundan ji navenda Bazarcixê necuda ye. Hê jî kon neçûne gelek gundan û xelk li gel hewa sar jî li derve dimîne. Hin welatî ji ber sermayê neçar dimînin ku di malên xwe yên xesar dîtine de dimînin.    QEYÛM    Bi rojan bû dilxwazên li ser banga HDP’ê û saziyên sivîl, odeyên pîşeyî û komeleyên xwecihî li gundê Hasankoca yê Bazarcixê navenda koordînasyonê ava kiribûn û alîkariyê digihandin gel, ji ber tayînkirina qeyûmê ser navenda koordînasyonê, neçar ji gund derkevin. Dilxwazan destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ew ê alîkariyê bigihînin gel û di nava piştevaniyê de bin û dê serê xwe li ber zîhniyeta qeyûm netewînin.    Mexdûrên erdhejê yên li gundê Hasankoca jî bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan û gotin: “Ev ciwan ji roja ewil ve li gel me dixebitin. Şev û roja xwe kirin yek û alîkariyê gihandin xelkê. Niha jî hatin dest danîn ser keda wan. Em viya qebûl nakin.    MA / Abdurrahman Gok - Azad Altay