Qeymeqam qeyûm tayîn dike, gel jî alîkariyê dixwaze! 2023-02-16 10:48:11 MELETÎ - Li rexekî li Navenda Koordînasyona Krîzê ku ji hêla rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî ve hatiye avakirin qeyûm tê tayînkirin û li hêla din jî cendirme jî di nav de daxwaza alîkariyê tê kirin.    Qeymeqamiya Bazarcix a Mereşê li Navenda Koordînasyona Krîzê ya ji hêla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û komeleyên herêmî ve hatiye avakirin, qeyûm tayîn kir. Bertekên li dijî vê sepana qeymeqam berdewam in. Di rewşeke wiha de saziyên dewletê û leşker, ji depoyên navendên krîzên yên cuda daxwaza alîkariyê dikin.    HETA CENDIRME JÎ ALÎKARIYÊ DIXWAZIN   Alîkariyên ku Navenda Koordînasyona Krîzê li Dibistana Navîn a Abuzer Gungor a Çiglik a Taxa Çiglika navçeya Wêranşara Meletiyê kom kirin, li gund û navçeyan tên belavkirin û xebat berdewam in. Hewldanên ji bo tayînkirina qeyûman li navendên koordînasyonan û desteserkirina alîkariyan berdewam in lê li hêla din cendirme jî pêdiviyên xwe ji van depoyên alîkariyê pêşwazî dikin. Her roj bi dehan cendirme ji bo alîkariyê wergirin berê xwe didin Navenda Koordînasyona Krîzê ya li Dibistana Abduzer Gungor a Çiglikê.    MA / Firat Can Arslan