Diyargaza ku di roja erdhejê de fatûre birîbû îro jî îxbarnameyên birîna gazê danî ber deriyan! 2023-02-16 11:44:53 AMED - Şîrketa Anonîm a Diyargazê ku di roja erdhejê de li Amedê fatûreyên gazê li welatiyan birîbû, îro jî îxbarnameyên birîna gazê bi deriyên welatiyan ve daliqand.    Şîrketa Anonîm a Diyargazê di 6’ê sibatê roja erdhejên bi pileyên 7.7 û 7.6 ên navend Mereşê de li Amedê fatûreyên gazê li xelkê Amedê birîn û ji bo dayîna deynê xwe 3 roj muhlet da welatiyan. Di encama hilweşîna 7 avahiyên bajar de bi giştî 394 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 900 kes jî birîndar bûn. Li hêlekê welatiyên ji malên xwe yên bixesar derketin bo xwe li cihekî lê mayînê digerin, li hêla din jî Diyargazê fatûreyên ku divê pereyê wê herî dereng di 16’ê sibatê (îro) de bên dayîn şand.     SÊ ROJ QEWL DAN ABONEYAN   Bi dehhezaran welatî ji ber tirsa erdhejê hêj jî nekarîne vegerin malên xwe. Ev welatî yan di bin konan de dimînin an jî li cihên komkirinê. Tîmên Şîrketa Anonîm a Diyargazê ku di roja erdhejê de fatûreyên gazê biribûn Taxa Firatê ya navçeya Peyasê, îro jî îxbarnameyên birîna gazê bi deriyên welatiyan ve daliqandin. Di îxbarnameyê de tê gotin ku dê gaza kesên fatûreyên xwe di nava sê rojan de nedayîn bên birîn.