Platforma Piştevaniya Erdhejê ya Enqereyê hate ragihandin 2023-02-16 14:01:56   ENQERE - Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ku bi mebesta piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re hatin ba hev, damezirandina Platforma Piştevaniya Erdhejê ya Enqereyê ragihandin.    Partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên ked û pîşeyî hatin ba hev û damezirandina Platforma Piştevaniya Erdhejê ya Enqereyê ragihandin. Civîna çapemeniyê li Şaxa Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) ya Enqereyê hate lidarxistin û pankartên “Ne erdhejê lê pergala we ya rantxwir a rizî kuşt! Em ê bi piştevaniyê rê li ber hilweşînê bigirin” û “Piştevanî dide jiyîn” hatin vekirin.   HEWLDANA JI BO ÇARESERKIRINA PIRGIRÊKÊN LEZGÎN   Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Enqereyê Şevîn Kaya da zanîn ku di erdhejê de li 10 bajaran bi dehhezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane, bi sedhezaran birîndar bûne û bi milyonan kes jî ji pêdiviyên xwe yên cihê mayînê, xwarin, tenduristî û hwd. bêpar mane. Kaya, wiha domand: “Pir eşkere ye ku dewletê û saziyên wê ji kêliyên desptêkê yên erdhejê heta niha mudaxaleyeke baş nekir. Gelek partiyên siyasî, sazî, ode, sendîka, komele û înîsyatîfên sivîl ên li Enqereyê, bi feraseta ku piştevanî û seferberî dide jiyîn; torên alîkariya mirovî ava kirin û hewl dan pirsgirêkên lezgîn çareser bikin. Ji bo ku vê tora piştevaniyê bi aqileke hîn bêhtir kolektîf koordîne û organîze bikin û mezintir bikin, me Platforma Piştevaniya Erdhejê ya Enqereyê ava kir.”    ‘ERDHEJKE MEZIN E BANDORA WÊ JÎ MEZIN E’    Bi domdarî Kaya anî ziman ku erdhej li cihekî mezin çêbûye û encamên wê jî dê mezin bin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo vê jî divê em amadekariyên pêwîst, tîm û binesaziya pêwîst ava bikin. Em ê li helêkê ji bo pirgirêkên lezgîn çareseriyan peyda bikin û li hêla din jî pêvajoya piştevaniyê ya pêş birêxistin bikin, koordîne bikin û bikin ku domdar be. Me xwest bi vê platformê bibin bersiv. Ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêkên li herêma erdhejê lê ji bo piştevaniya bi birîndar, pitik, zarok û mexdûrên erdhejê yên anîn Enqereyê jî em ê hewl bidin. Platorma weke platformeke neguher nehatiye avakirin. Dê bi demê re bêhtir bibandor be û bêhtir berfireh bibe. Di halê hazir de em ê di mijarên weke cihê mayînê, alîkarî, veguhestin, neqliye, xurek, xwarin, alav û amûr, cil û berg, tenduristî, alîkariya psîkolojîk, ragihandin û medyaya civakî, alîkariya hiqûqî, zarok, astengdar, perwerde, ciwan, jin û penabaran de alîkar bibin. Banga me ji bo her kes û saziyên di van qadan de xwedî agahî û tecrûbe, tev li navnîşanên me yên ragihandinê bibin. Banga me ji bo hemû partiyên siyasî, sazî, ode, sendîka, komele û înîsiyatîfan ew e ku tev li vê xebata kolektîf bibin.”    99 SAZIYÊN TEV LI PLATFORMÊ BÛNE    Navên 99 saziyên di Platforma Piştevaniya Erdhejê ya Enqereyê de cih girtin ev in: “Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê, Komeleya 17’ê Gulanê, Sendîkaya Tum Emeklîler a 2021’ê, Komeleya Jinên 29’ê Cotmehê, Federasyona Elewî Bektaşî, Rojnameya Alinterî, Konfederasyona Yekitiya Hêzan a Anatoliyayê, Komeleya Çand û Lêkolînê ya Anatoliyayê, Jinên Anarşîst, Foruma Anitparkê, Komeleya Ziman Çand Hunerê ya Anka, hewldana 78’iyan a Enqereyê, Navenda Mafên Jinan a Baroya Enqereyê, Akademiya Piştevaniyê ya Enqereyê, Komeleya Piştevaniyê ya Enqereyê, Komeleya Dêrsimiyan a Enqereyê, Komeleya Malbatên Keskesorê ya Enqereyê, Meclisa Karkeran a Enqereyê, Platforma KHK’iyan a Enqereyê, Odeya Bijîşkan a Enqereyê, Piştevaniya Parêzeran, Komeleya Jinana Nû ya Batikentê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem a Enqereyê, Baskê Jinan a CHP’a Enqereyê, Federasyona Komeleyên Hîtît Çorûmê, Partiya Gel a Komarê ya Enqereyê, Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê, Komeleya Demokrasî, Aştî û Lêkolînkirina Polîtîkayên Alternatîf, Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk, Partiya Herêmên Demokratîk, Komeleya Gel a Demokratîk, Dev-Guç, Federasyona 78’iyên Şoreşger, Tevgera Şoreşger, Partiya Karkeran a Şoreşger, Partiya Şoreşger, Weqfa Çandê ya Dîvrîgî, Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Enqereyê, Partiya Kedê, Partiya Tevgera Kedkar, Komeleya Xwegihandina Bêastengî, Partiya Sosyalîst a Bindestan,  Tora Piştevaniya Koçberan a Enqaereyê, Halkevlerî, Kongreya Demokratîk a Gelan, Partiya Demokratîk a Gelan, Piştevaniya Jinan a Îlmek, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Enqereyê, Dibistana Mafên Mirovan, Atolyeya Qebehatan, Platforma Em ê Pêşî li ber Cînayetên Jinan Bigirin, Weqfa Piştevaniya Jinan, Tora Parastina Jinan, Tevgera Kaldiraçê, Kaos GL, Karala, Federasyona Komeleyên Demokrat a Qers û Bajarên Derdorê, Şaxên KESK’ê yên Enqereyê, Platforma KHK'iyan, Alîkariya Karesatan a Mamakê, Şaxa Odeya Endezyaran a Enqereyê, Yekitiya Milkiyeyiyan, Komeleya Mezûnên ODTU’yê, Civaka Avahîsaziyan a ODTU’yê, Kolektîfa Xwendekaran, Platforma Jina Hevpar, Komeleya Piştevanî û Çandê ya Pulurê, Sendîkaya Mamosteyên Sektora Taybet, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê ya Enqereyê, Partîzan, Pembe Hayat, Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, Înîsiyatîfa Na ji Rêya Rantê re, Roof Coliving, Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî, Komeleya Nêzikatiyên Ciwan a di Tuduristiyê de, Rojnameya Solfasol, Komeleya Demokrasiya Sosyal, Şaxa Komeleya Pisporên Xizmetên Civakî ya Enqereyê, Partiya Kedkarên Sosyalîst, Tevgera Jinan a Sosyalîst, Rêxistina Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst a Enqereyê, Tora Piştevaniya Wekheviya Zayenda Civakî, Komeleya Psîkologana ji bo Piştevaniya Civakî, Hiqûqa Civakî, Partiya Azadiya Civakî, Sendîkaya Hemû Kedkaran, Weqfa Piştevanî û Çandê ya Dêrsimê, Komeleya Psîkologên Tirk, Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Partiya Karkeran a Tirkiyeyê, Komeleya Piştevaniya Karkeran a Navneteweyî, Umut Sen, Kolektîfa Femînîst a Zanîngehê, Konseya Bajar a Yenîmehalleyê, Partiya Çep a Kesk û Komeleya Hemwelatiyê”