TBB’ê ‘Rêbera Hiqûqê ya ji bo Mexdûrên Erdhejê’ amade kir 2023-02-16 14:21:05   ENQERE - TBB’ê pirtûkçeya “Rêbera Hiqûqê ya ji bo Mexdûrên Erdhejê” ku piştî erdheja 1999’an hatibû weşandin, piştî erdheja Mereşê nûjen kir û weşand.    Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) pirtûkçeya “Rêbera Hiqûqê ya ji bo Mexdûrên Erdhejê” ku piştî erdheja 1999’an hatibû weşandin, piştî erdheja Mereşê nûjen kir û weşand.    Di rêberê de mafên mexdûrên erdhejê yên ji hêla Hiqûqa Cezayê, Hiqûqa Taybet, Hiqûqa Îdarî, Hiqûqa Bacê û Hiqûqa Tenduristiyê ve bi hûr û kûr hatine vegotin. Her wiha ji bo mexdûrên erdhejê alîkariyên xanî yan jî kargehê yên ji ber avahiyên wan ên hilweşiyayîn an jî xesareke mezin gihiştiyê têne dayîn hatine destnîşankirin.    MEWZÛAT Û SEPAN HATIN NÛJENKIRIN   TBB’ê têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî daxuyaniyek da û diyar kir ku dê her tim li cem mexdûrên erdhejê bin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku pirtûkçeya cara ewil piştî erdheja sala 1999’an hatiye amadekirin, ji ber mewzûat û sepanên nû hatiye nûjenkirin.    Hûn dikarin li ser malpera webê ya TBB’ê xwe bigihînin Rêbera Hiqûqê ya ji bo Mexdûrên Erdhejê.