Kanadayê xelat da rojnamegerên cara ewil nûçeya serhildana ‘Jin jiyan azadî’ çêkirin 2023-02-16 15:28:20   WAN - Federasyona Rojnamegerên Kanadayî ya ji bo Azadiya Xweîfadekirinê (CJFE) “Xelata Azadiya Çapemeniyê” da rojnamegerên îranî Nîlofar Hamedî û Elaha Mohammadî ku cara ewil nûçeya serhildana “Jin jiyan azadî” çêkiribûn û niha girtî ne.    Federasyona Rojnamegerên Kanadayî ya ji bo Azadiya Xweîfadekirinê (CJFE) her sal “Xelata Azadiya Çapemeniyê” dide. CJFE’yê xelata îsal da rojnamegerên îranî Nîlofar Hamedî û Elaha Mohammedî ku li Îranê girtî ne û cara ewil nûçeya serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” çêkiribûn. Seroka CJFE’yê Carol Off di torena xelatê de axivî û wiha got: “CFJE, Xelata Azadiya Azadiya Çapemeniyê ya Navneteweyî dide Nîlofar Hamedî û Elaha Mohammadî ku ji bo îfşakirina tundiya rejîma Îranê ya li ser jinan, azadî û jiyana xwe xistin xetereyê. Heke cesareta van rojnamegeran nebûya, dê haya me ji rastiya qetilkirina Jîna Emînî çênebûya.” s