Hêzên Ked û Demokrasiyê: Em ê ji berpirsyaran hesabê bipirsin 2023-02-16 15:51:41   ÎZMÎR - Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê diyar kirin ku di erdhejên çêbûyî de gel ji bo rantê bi mirinê re rû bi rû maye û anî ziman ku wê hesabê ji berpirsyarên ku bûne sedemê hilweşînê bipirsin.    Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê têkildarî tiştên piştî erdheja navenda wê Mereşê çêbûyî qewimîn li Şaxa Odeya Avahîsazan civîna çapemeniyê li dar xist. Hin nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî tev li civînê bûn.    Serokê Baroya Îzmîrê yê daxuyaniya hevkar da, diyar kir ku sedemê di erhejê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan dereng mayîna xebatên mudaxile û rizgarkirinê ne. Yilmaz, destnîşan kir ku xebatên AFAD’ê kêm in û Kizilay jî ne li qadê ye û da zanîn ku rêxistinkirina 24 saetan di vê erdhejê de nehatiye dîtin.    ‘DEWLET TUNE BÛ’   Yilmaz, diyar kir ku di saetên destpêkê yên erdhejê de Baroya Îzmîrê, Odeya Tabîban a Îzmîrê, Hêzên Ked û Demokrasiyê, Platforma Tenduristiyê, komele, sendîka, Yekîtiya Meclîsên Bajarê Îzmîrê, nûnerên partiyên siyasî li hev civiyan, koordînasyonek ava kirin û malzemeyên alîkariya însanî şandin herêman.    Yilmaz, destnîşan kir ku roja karesatê ya ewil li cihên ku alîkarî birinê saziyên dewletê ne dîtin û bal kişand ser OHAL’a pişt re hate îlankirin.     ‘EM Ê EFÛ NEKIN, HESAP BIPIRSIN’   Yilmaz, bal kişand ser îşkenceya ku kesên sivîl û biunîforma kirine û da zanîn ku wê hesaba van jî bipirsin. Yilmaz, xwest ku OHAL bê rakirin û herêm weke Qada Afetê bê îlankirin û ev tişt gotin: “Alîkariya ku AFAD'ê bi rêya qeyûman desteser kiriye divê li saziyên pêwendîdar were vegerandin û hemû astengiyên li pêşiya xebatên alîkariyê yên rêxistinên dilxwaz bên rakirin. Divê delîlên di enqazê de ne ji aliyê dewletê ve bên tunekirin, ji ber ku em ê hesab bidin.”   Nûnerên saziyan ku tev li daxuyaniyên bûn jî axivîn û tiştên qewimîn vegotin.