Faîlê Uytun ê 18 mehî xwe di bin navê ‘kevir’ de parast 2023-02-16 16:55:13 ŞIRNEX - Faîl H.A. yê ji kuştina Mehemt Uytun ê 18 mehî tê darizandin îdia kir ku Uytun ne bi fişeka wî avêtiye bi “kevirê” li serê wî ketiye jyana xwej i dest daye û xwe di bin navê kevir de parast.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Mehmet Uytun ê 18 mehî ku di hembêza dayika xwe de bû bi fişeka gazê ku avêtibû jiyana xwe ji dest dabû. Derbarê faîl H.A. yê çawişê pispor de ji tawanbariya “bûye sedemê kuştina biqestî” doz hat vekirin. Danişîna duyemîn a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Cizîrê hat lidarxistin.    Malbata Uytun û parêzerên wî ragihandin dadgehê ku ew ê ji ber erdhejê tev li danişînê nebin. Bersûc û parêzerên xwe û C.P. ku wek şahid lê hat guhdarîkirin tev li danişînê bûn. Di danişînê de ewil li C.P. hat guhdarîkirin.    Şahid diyar kir ku Uytun ne bi fişeka ku leşker ango çawişê pispor avêtiye hatiye kuştin û îdia kir ku berovajî vê yekê Uytun bi fişeka ku polîs avêtiye hatiye qetilkirin.    XWE DI BIN NAVÊ ‘KEVIR’ DE PARASTIN    Bersûc H.A. jî axivî û îdia kir ku Mehmet Uytun ne bi fişeka gazê ku avêtiye hatiye kuştin û bi “kevirê” ku li serê wî ketiye jiyana xwe ji dest da. Bersûc xwe di bin navê kevir de parast û xwest bê beraetkirin.    Piştî guhdariya li şahid û parastina bersûce heyeta dadgehê biryar da ku dosye carek din bişînin Saziya Tiba Edlî û di danişînek din de bersûc li dadgehê amade be da û ji bo temamkirina kêmasiyên di dosyeyê de danişînê taloqî 2’yê gulanê kir.