'Em dixwazin bi piştevaniyê jiyanê bidomînin' 2023-02-16 17:17:59   MELETÎ - Dîlek Kanlibaş ku li Wêranşarê di depoya alîkariyê ya dilxwazan de dixebite got: "Em bawer dikin ku gel dê bi piştevaniya di navbera xwe de li ser pêyan bimîne. Em dixwazin bi vê piştevaniyê jiyanê bidomînin."    Li depoyên alîkariyê yên li Taxa Çiglikê ya navçeya Wêranşarê ya Meletiyê, xebat didomin. Li depoyên ku ji xeynî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dilxwaz jî lê dixebitin, ji kincan heya bi zexîre, amûrên paqijiyê, sobe û komirê gelek pêdiviyên Wêranşar û gundên wê tên peydakirin. Tenduristkarên li depoyê jî bi tenduristiya welatiyan re eleqedar dibin.    Dîlek Kanlibaş ku li gundê Mihaciran m andoreke mezin ji erdhejê girtiye hatiye dinê, ji roja sêyan a erdhejê di nava xebatên alîkariyê de ye. Kanlibaşê diyar kir ku mirov bi tenê hatine hiştin û got ku hem mirov dimirin hem jî lazmatiyên kesên sax nayên peydekirin.    Kanlibaşê da zanîn ku ewilê lazmatiyên herêmê diyar dikin û paşê dest bi belavkirina wan dikin û got ku xebat ji aliyê dilxwazin ku ji bajarên cuda hatine dimeşin. Kanlibaşê diyar kir ku alîkarî bi pîqaba dilxwazekî tên veguhastin û wiha domand: "Kesên bi pitik hene. Heywan perîşan bûne. Gava ez hatim, tişta herî zêde bandor li min kir gundiyekî hem bi traktora xwe cenaze dikişandin hem jî bi me re eleqedar dibû. Em bi gelek sahneyên travmatîk re rû bi rû man. Em wisa difikirin ku tu rayedar ji bo pêdiviyên li vir titşek nekirine. Em bawer dikin ku gel dê bi piştevaniya di navbera xwe de li ser pêyan bimîne. Em dixwazin bi vê piştevaniyê jiyanê bidomînin."    ALÎKARÎ JI BO DEWLETÊ JÎ!   Kanlibaşê da zanîn ku li vir "hêzên ewlehiyê yên dixebitin jî  dibêjin ' demildest pêdiviya me bi cilên bin an jî goreyan heye.' Hêzên dewletê di van şert û mercan de jî ne xwedî wê kapasîteyê ye ku li ser pêyan bimîne."    Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Meşek Başkaleyê jî ji Amedê hatiye Taxa Çiglikê. Başkalaeyê destnîşan kir ku heya niha gelek lazmatiyên mexdûrên erdhejê peyde kirine û got ku konên ku dişînin ji aliyê AFAD'ê ve tên desteserkirin.    Başkaleyê bilêv kir ku herî zêde pêdiviya mexdûrên erdhejê bi zexîre, kon, komir û sobeyê heye û xwest her kes di vî warî de hesas be.   MA / Firat Can Arslan