Serokê TBB'ê Sagkan: Em ê giliyê kesên ku îmze danîne binî şaşiyên muteahîdan û îmarê bikin 2023-02-16 20:48:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkan ku serdana Baroya Amedê kir, têkildarî erdhejên Mereşê de got ku ew ê giliyê kesên ku îmze danîne binî şaşiyên muteahîd, fîrmayên kontrolkirina avahiyan û îmarê bikin.    Serokê Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan, serdana Baroya Amedê kir. Saglan li vir bi Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û endamên desteya rêveber re civiya. Sagkan, di daxuyaniya xwe ya li Baroya Amedê de daxuyand ku li Amedê 3, li seranserê Tirkiyeyê 100 ehevpîşeyên wan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane.    Sagkan anî ziman ku TBB û baroyên li welat ji roja erdhej çêbûye heya niha li qadê vûne û got ku di heman demê de lêpirsînkirin şaşiyan û şopandina pêvajoyên hiqûqî ya van şaşiyan jî peywira herî girîng a baroyan e.    Sagkan got: "Em TBB û baro, em ê têkildar avahiyên di erdhejê de hilweşiyane giliyê kesên ku îmze danîne bin şaşiyên muteahîd, fîrmayên kontrolkirina avahiyan û îmarê bikin. Em ê pêvajoyên lêpirsîn û dadgehê bi awayekî herî çalak bişopînin."