ROJEVA 17'Ê SIBATA 2023'YAN 2023-02-17 09:00:56     * Girtiyê bi navê Serhat Arsû bi rêya telefonê ragihand ku mehek e rêveberiya girtîgehê destûr nade wan ku biçin kantînê pêdiviyên xwe bikirin. Eşyayên ku malbata Arsû ku mehek e ji Arsû re şandine, hê jî radestî wî nehatine kirin û ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatine desteserkirin.     * Hevserokê OHD'ê yê Şaxa Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke û Cîgira Seroka Baroya Rihayê Gulîstan Paydaş der barê mafên qanûnî de yên welatiyên ku di erdhejê de malên wan hilweşiyane û di dema xebatên tespîtkirina xesarê de ji bo malên wan biryara hilweşandine hatiye dayîn de axivîn û gotin ku di vî warî de çi alîkarî hewce be dê bikin.   * Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a HDP’ê Serhat Eren bertek nîşanê astengkirina alîkariyan û tayinkirina qeyûm a ji bo Navenda Koordînasyona Krîzê ya Barzacixê da û got: “Desthilat dixwaze bi astengkirina alîkariyên partiyan, sûcê xwe veşêre.”   * Hevşaredarên Sûr û Bismilê ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin diyar kirin ku heke li ser peywira xwe bûna, dê hemû derfetên şaredariyê ji bo mexdûrên erdhejê seferber bikirana û wiha gotin: “Di giranbûna bîlançoyê de para polîtîkaya tayînkirina qeyûman jî heye.”   * Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Bîrdal diyar kir ku di avakirina "Komara Demokratîk" de kurd xwedî roleke sereke ne û got: "Neçareserkirina pirsgirêka kurd, bûye sedema nivîsandina vê dîroka bisabiqe ya sedsalî. Di destpêka sedsala duduyan de divê ders ji vê bê girtin û pirsgirêka kurd bi awayekî wekhev û demokratîk bi destûreke bingehîn a asivîl û aştiyane ve bê girêdan."   * Ji endamên Lijneya Berdevkên TOP’ê Pelîn Kahîlogûllari anî ziman ku piştevanî hêzê dide gel, Perîhan Koca jî diyar kir ku bi OHAL’ê re li dijî gel şer hate îlankirin.    * Li navçeya Nûrdagiyê ku ji ber erdhejê dem û duz bûye xwediyê avahiyek ku qatek qaçax lê derket û niha tê hilweşandin, bi gotinên xwe sedemê ku navçe ber bi hilweşandinê ve hatiye birin wiha dibêje, “Min ji şaredar re got qatek bide, got heta tu dixwazî dikarî qatan lê bikî.”    * Xebatên lêgerîn û xelaskirinê û rakirina kavilên avahiyên li Dîlok, Semsûr, Mereş, Hatay, Meletî û Amedê ku di du erdhejên bi dijwariya 7.7 û 7.6 li Mereşê çêbûn de hilweşiyan, dewam dikin.   * ÎKK’ya Amedê ya TMMOB’ê wê têkildarî konbajêrê ku li kêleka Çemê Dîcleyê tê avakirin li Odeya Plansaziyên Bajarvaniyê ji bo mexdûrên erdhejê civîneke çapemeniyê li dar bixin. (12.30)