Malbata mexdûrên erdhejê yên sûriyeyî di şewatê de jiyana xwe ji dest dan 2023-02-17 09:53:43     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Konyayê di encama hilweşîna banê xaniyê agir pê ket de malbateke sûriyeyî ya mexdûrên erdhejê ku ji 7 kesan pêk tê jiyana xwe ji dest da.    Li Kolana Sirriaga ya Taxa Yedîler a navçeya Karatay a Konyayê, li xaniyekî musteqîl ku yek jê mevan du malbatên sûriyeyî lê diman, şewat derket. Piştî agahdarkirinê tîmên agirkuj û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.    Di dema mudaxileya tîmên agirkujiyê ya şewatê de banê xanî hilweşiya. Piştî xebatên vemirandina şewatê, tîman xwe gihandin cenazayên 7 kesên ji heman malbatê, ku hat hînbûn mexdûrên erdhejê ne û ji navçeya Nûrdagi ya Dîlokê hatine bajêr.   Li aliyê din du ferdên malbatê ku di malê de wek kirêdar dijiyan birîndar bûn û bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê. Cenazeyên ji aliyê tîmên agirkujiyê ve ji bin kavil hatin derxistin, birin Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê.