Çawa şoka erdhejê ji ser xwe avêt bi lez û bez çû berhevoka xwe ya pirtûkan! 2023-02-17 10:52:56   MEREŞ - Emîr Emîroglû yê li gundê Emîroglû yê navçeya Bazarcixê ji bin kavilê mala lê dijî bi derfetên xwe xelas bû, çawa şoka erdhejê ji ser xwe avêt bi lez û bez çû berhevoka xwe ya pirtûk û plakan.    Ji ber erdhejên ku di 6’ê sibatê de li navçeya Bazarcixê ya Mereşê çêbûn li bajêr avahiyeke saxlem nema û li gundan jî xesareke mezin çêbû. Gundê Emîroglû yê ji 80 malan pêk tê jî yek ji van gundan e. Li gundê ku 3 kesan jiyana xwe ji dest da, gelek xanî û gov ser û bin bûn. Gelek sewal jî di bin kavilan de mirin.    PIŞTEVANIYA GEL DIDOME   Li gundê ku ji ber hilweşîna pêk hatî di cih de bibînin em çûnê, me dît ku welatî ji bo ku birînên xwe derman bikin di nava hewldanên zêde de ne. Tevî ku dereng bibe jî em dibînin ku hin konên AFAD’ê gihiştine gund lê hêj malbatên ku di konên bi naylonan hatine çêkirin de dijîn jî hene. Şêniyên gund, diyar kirin ku ji bajarên derdorê alîkariyên wekî xwarin, cil û berg û betanî didome û diyar kirin ku herî zêde pêdiviya wan bi konan heye. Welatiyan dan zanîn ku welatî ji xaniyên xwe yên hilweşiyayî pêdiviyên xwe pêşwazî dikin. Dema ku em pirsa “Ma ne birîsk e?” dipirsin bersiva “Ma em çi bikin” werdigirin.      DI BIN KAVILAN DE LI BERHEVOKA XWE DIGERE   Dema em li gund hinek din geriyan texrîbata pêk hatî berbiçavtir dibe. Dema em di nav xaniyên bi ser û bin bûne û xesareke mezin dîtine de digerin, rastî xaniyekî ku baxçeyekî mezin heye tên. Baxçeyê xaniyê ku beşeke wî ya mezin xera bûye, ji bo heywanan bûye qada çêrandinê. Dema ku em derbasî pişt malê dibin em rastî xwediyê xanî Emîr Emîroglû yê ku şoka erdhejê nû ji ser xwe avêtiye tên.    Şêniyên gund ên bi me re cihê ku Emîroglû li mala lê dijiya bi derfetên xwe jê xelas bû nîşanî me didin. Di nav kavilê ku Emîroglû tê de dimeşe de bi sedan pirtûk, kaset û plakên di nav tozê de dikevin ber çavên me. Piştî demekî kurt em hîn dibin ku pirtûk û plak berhevoka ku aydê Emîroglû ne.    Emîroglû li aliyekî toza pirtûk û plakan digire li aliyê din hewl dide kavilan rake. Emîroglû ku bi gotina “Hemû çûn tiştek nema” xemgîniya windakirina berhevdana xwe anî ziman, demekê bi awayekî bêçare di nav kavil de rûdine û çavên wî dikeve pirtûkên ku toza wan paqijkirin. Emîroglû yê dest bi xwendina beşeke pirtûkê kir dibêje: “Tiştekî saxlem hebe ez derdixînim.”   Dema em pirsa tu li ku dijî lê dikin, wiha vedibêje “Ez li derve radizim. Ma ez ê li ku bijîm? Kon heye em bi cîranan re li wir dimînin.”   MA / Azad Altay - Abdurrahman Gok