Di êrişa Weqfa Şahkûlû Sûltan de kesek hate girtin 2023-02-17 11:22:26     STENBOL - Omer A. yê ku di dema Şaxa Weqfa Şahkûlû Sûltan a Pendîkê ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî kom dikir de êrişa çekdarî pêk anî ji aliyê dadgehê ve hate girtin.    Omer A. yê ku di 15’ê sibatê de di dema Şaxa Weqfa Şahkûlû Sûltan a Esenyali ya navçeya Pendîkê ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî kom dikir de êrişa çekdarî pêk anî û kesek birîndar kir di heman rojê de ji aliyê polîsan ve hate girtin. Omer A’yê piştî kirariyên miduriyeta polîsan duh sewqî edliyeyê hate kirin ji ber sûcê “Bi zanebûn bi çekê birîndar kir” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlhê hate kirin.     Dadgeha ku îfadeya Omer A. wergirt bi heman hincetê ew girt.