Gundê Mihaciran piştî erdhejê bi saya piştevaniyê xwe li ser pêyan girt 2023-02-17 11:40:31   MELETÎ - Gelê Taxa Mihaciran a Wêranşarê ku di erdhejê de dewlet û hikûmetê bi tena serê xwe hiştibû, di navbera xwe de koordîne bû û birînên xwe derman dike. Şêniyên taxê dibêjin “Nahêlin em xwe bi xwe bin. Heke bihêlin, em bi têrî xwe hene.”    Yek ji bajarên ku di encama erdheja Mereşê de hilweşiyayî jî Meletî ye. Gundê Mihaciran ê Wêranşar a Meletiyê jî di erdhejê de zêde bandor bû. 85 avahiyên gund hilweşiyan an jî xesareke mezin gihiştê. Di erdhejê de 11 şêniyên gund jiyana xwe ji dest dan û ev bû 11 roj ku ne pirsgirêka wan avê û ne jî ya ceyranê nehatiye çareserkirin. Xeta avê ya bi dirêjehiya 2 kîlometreyan xera bûye û divê were çêkirin. Li hêla din xelkê gund pêdiviya xwe ya bi ceyranê jî bi jeneratoran pêşwazî dike ku bi derfetên xwe peyda kirine.    GEL BI XWE RÊ VEKIRIN    Ji ber berfa zêde, rêya gundê Mihaciran hatibû girtin û tu alîkarî jê re nehatibû şandin. Di 2 rojên destpêkê yên erdhejê de welatî tî û birçî man. Şêniyên gund li gorî derfetên xwe kemçe û traktorek peyda kirin û rêyên gund vekirin. Piştî ku rê vekirîn, alîkarî gihişt gund. Lê belê şêniyên gund îcar jî bi astengkirinên AFAD’ê re rû bi rû dimînin. Şêniyan da zanîn ku xizmên wan ji wan re xurek û êm şandine lê AFAD’ê di ketine taxê de dest danîne ser û dewletê jî di roja 9’an de alîkarî şandiye.    WEKÎLÊ AKP’Î PIRSGIRÊK GUHDAR NEKIR    Gund ji 300 malan pêk tê û Parlamenterê AKP’ê Ahmet Hamdî Çamli hefteyek piştî erdhejê diçe gund. Şêniyên gund dibêjin ku piştî bertekan, Çamli “li wesayîta xwe siwar bû û reviya.” Şêniyan got ku ew kurdên elewî ne lewma bi tenê hatine hiştin.    BERTEKA LI DIJÎ AFAD’Ê   Ji ber ku konên AFAD’ê şandin kêm bûn, şêniyên gund li gorî derfetên xwe kon vedane û dibêjin ku konên ku AFAD ji vê saetê û şûnde dişîne jî naxwazin. Hejmareke kêm a şêniyên gund di konan de dimîne û her ji 20-25 kesên din jî di bin konên ji naylonan hatine çêkirin de dimînin.    TIRSA NEXWEŞIYÊN ŞEWBÊ   Di encama erdhejê de nêzî 700 sewalên gund di bin kavilan de man û bêhna wan li derdorê belav bûye. Laşê şêniyên gund werimî û sor bûye. Her wiha ji ber ku hêjta li gund daşir nehatine çêkirin, xelkê gund ditirse ku li gundê wan nexweşiyên şewbê belav bibin.    KONA PIŞTEVANIYÊ   Yek ji gundên çanda piştevaniyê herî xurt lê pêşketî jî gundê Mihaciran e. Ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên şêniyên gund, “Konê piştevaniyê” hatiye vedan. Şêniyan bi derfetên xwe jenerator jî peyda kirine û ji her malbatê nûnerek li konê dimîne. Em çûn serdana konê û bi şêniyên gund ên ku zarok û malbatên xwe şandine bajarên cuda re axivîn.   RIZGARKERA TAXÊ!    Jina bi navê Nûrsel Bazû ku 10 rojan li konê bo xelkê gund li ser tûpan xwarin çêdikir, weke rizgarkera gund tê binavkirin. Şêniyên gund dibêjin; “Heke ji wê nebûya em tevek dê ji birçan bimiriyan.” Bazû, ev tişt anî ziman: “Ez lê dinêrim û dibînim ku hemû kes tî û birçî ye. Di tevahiya rojê de dixebitin. Heke ez nekim nabe. Îro ji malên hilweşiyayîn hinek alav anîn.” Em jê re dibêjin; “Barê herî giran ê gund te li xwe girtiye” û Bazû wiha bersivê dide: “Kî dibe bila bibe, dema kesek ji ser rêyê re derbas dibe ez jê re dibêjim ‘were xwarinê bixwe.’ Tiştekî ku em bikin tune ye. Her kes perîşe ye. Em hewl didin ji hev re bibin alîkar.”    Bazû ku di xwarinên xwe de ava berfê bi kar tîne, dibêje ku ji bo bikare xwarinên xwe çêbike bila pirsgirêka wan a avê were çareserkirin.    DEST DANÎN SER ALÎKARIYAN   Keyayê gund Îrfan Barlas diyar kir ku wan piştî erdhejê bi derfetên xwe rêya gund vekirine û kesên di bin kavilan de mayîn jî wan bi xwe derxistine. Barlas, wiha didomîne: “Dema alîkarî ji bo me dihatin şandin, bi hinceta ‘rê girtî ye’ desteser dikirin. Xizmên me yên li Îzmîrê bo me alîkarî şandibûn û me îdareya xwe bi wan dikir. Hêj jî em di bin wan konên me bi xwe çêkirin de dimînin. Ji gund re 18 kon hatin şandin lê sobe tune bûn. Pêdivî bi êm û konan heye. Sewalên mayî jî di govên bixesar de dimînin.”    SEWAL JI BIRÇAN Û SERMAYÊ MIRIN   Ji şêniyên gund Sedat Barlas da zanîn ku ji wan re kemçe nehat şandin lewma sewalên wan ji birçan û ji sermayê mirine û ev tişt anî ziman: “Piştî roja 6’an, me li gorî derfetên xwe gelek sewal rizgar kirin. Em bi hev re dixebitin û hewl didin pirsgirêka avê çareser bikin. Nahêlin em xwe bi xwe bin. Heke bihêlin, em bi têrî xwe hene.”    ‘KEYSPERESTAN BERÊ XWE DAN GUND’   Barlas, got ku niha jî sewalên wan ên sax di hedefa “keysperestan” de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em neçar man ku sewalên xwe yên bi bihayê 50 hezar lîreyan, bi 10 hezar lîreyan bifiroşin. Em nikarin pêdiviyên wan ên av û êmê pêşwazî bikin. Lewma neçar man ku bifiroşin. Lê dîsa jî webala wê tu dikişînî. Lewma em mecbûr dimînin ku li pîkaban bar bikin û bibin.”    DI ŞEWATÊ DE 3 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN   Welatiyê bi navê Hasan Kayapinar jî anî ziman ku di avahiyekî hilweşiyayî de şewat derketiye û di wê navberê de karîn 5 kesan ji bin kavilan rizgar bikin. Kayapinar, wiha dom kir: “Me gazî AFAD û tîmên agirkujiyê kir. Ji ber ku nehatin, 3 kesan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan. Ji bilî sewalkariyê, em herî zêde karê mişmişan dikin. Lê niha gelek baxçeyên mişmişan di bin kavilan de ne.”    ‘HIKÛMET XEMSAR NÊZ BÛ’   Ji şêniyan Kemal Ezdemîr destnîşan kir ku di roja ewil a erdhejê de welatiyan av nedît ku vexwin û wiha derbirî: “Tevahiya malê me di bin kavilan de ma. Rêya kesekî li gundê ma nakeve. Tu kes agahiyan nade me. Di roja 9’emîn a erdhejê de Waliyê Sêwasê û şaredar hatin. Dibêjin; ‘em ê her tiştekî pêşwazî bikin’ lê em ê bibînin ka dê çi bikin. Êdî bêhn ji sewalên mirar bûne tê. Em ê îcar jî ji ber nexweşiyan bimrin. Heke ji kesên dilxwaz nebûya, em ê bimran. Gelê me hestiyar nêz dibe lê mixabin hikûmet xemsar nêz bû.”   5 KESAN XWE SPARTIN DAŞIRA BI 2 METREYÎ   Dayika bi navê Fatma Teyze ya 80 salî jî diyar kir ku di roja ewil a erdhejê de bi xetereya qerisînê re rû bi rû mane û wiha qala wan rojan kir: “Di 3 rojên ewil ên erdhejê de me tenê nan xwar. Malbata min ji 5 kesan pêk tê û ji ber ku konên AFAD’ê nehatin, em her 5 jî di daşira li pêşiya malê ya 2 metreyan de razan. Heke ji wê daşirê nebûya em jî dê ji sermayan bimiriyan.”   ‘EM ELEWÎ NE LEWMA WIHA NÊZÎ ME BÛN’   Welatiyê bi navê Mehmet Balaban ku sewalkariyê dike, anî ziman ku dewletê ji bo sewalên wî koneke 12 metre şandiye û wiha got: “Lê ev kon têr nake. Ji bo ku ji sermayan nemirin, me di bin konê de sobe daniye. Dilxwaza di nava alîkariyan de êm jî şandibûn lê dest danîn ser. Em elewî ne lewma vê miamaleyê li me dikin.”    ‘DEWLETÊ ÇI BI BACAN KIR?’   Cemal Gunaydin jî daxuyand ku ne dewletê û ne jî saziyekê tu alîkarî nedaye wan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me bi saya alîkariyên dilxwazan û yên xizmên me yên derveyî bajar şandin îdareya xwe kir. Dewletê tu erzaq neda me. Pêdiviya me bi konan heye. AFAD 3 roj piştre hat. Dest û lingên me hatin girêdan lê inyeta me nîne ku ji gund derkevin. Heke em ji vir derkevin, jiyaneke hîn zehmettir li pêşiya me ye. Divê dewlet di rojên wiha de ji me re bibe alîkar. Em xebitiyan û me baca xwe da dewletê. Ev pereye ji bo rojên wiha tên komkirin. Kanê ew pere li ku ne?Ji bo kê diçin? Em wê jî nizanin.”    MA / Firat Can Arslan