Li Hatayê bi piştevaniyê birînên mexdûran tên pêçandin 2023-02-17 14:16:26   HATAY - Li Hatayê bi hezaran kes canê xwe ji dest da û bi hezaran jî birîndar hene. Li Hatayê bi piştevaniya rêxistinên sivîl û partiyên siyasî birînên mexdûran tên pêçandin. Nûnerên saziyan got: “Dewlet tune ye, gel heye. Piştevanî dide jiyandin.”   Erdhejê li Hatayê rê li ber birînên kûr û xemek mezin vekir. Li Hatayê jî wek herêmên din ji roja ewil a erdhejê ve pirsgirêkên mexdûrên erdhejê berdewam dike. Liv an 10 bajarên tesîra erdhejê lê bûye, xebatên tespîta xesarê tên kirin. Li gorî daneyên Wezareta Hawirdorê, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê; li Hatayê û navçeyên wê li 68 hezar 116 avahiyan 239 hezar û 142 xebatên tespîta xesarê ya serbixwe hatin kirin. Di 15 hezar 248 avahiyan de 71 hezar û 735 yekîneyên serbixwe bi lezgînî ku bên hilweşandin hatine tespîtkirin.    Li bajêr pirsgirêkên av û ceyranê dewam dikin. Pirsgirêka hêwirînê her ku diçe mezintir dibe. Li konên ku ji aliyên AFAD’ê ve hatine vedan jî pirsgirêkên germbûnê didomin. Li bajêr çawa ku xebatên hawargihîştinê dereng man niha jî li kolanan rakirina xirbeyan li benda rakirinê ne.    RÊXISTINÊN SIVÎL Û PARTÎ ÇÛN HAWARA MEXDÛRAN    Rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, sendîka, dilxwaz ji roja ewil ve xwe gihandin bajêr û dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kirin û paşê jî ji bo pêdiviyên mexdûrên erdhejê ketin nava seferberiyê. Dilxwazên erdhejê hewl didin alîkariyê bigihînin her mexdûran. AFAD di warê alîkariyê de bêbandor maye. Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) li navçeya Defneyê, Partiya Azadiya Civakî (TOP) jî li navçeya Serînyolê ji bo bajarê konteyniran ava bikin dest bi xebatan kirin.    TÎMÊN DILXWAZ BERIYA WEZARETÊ ÇÛN HAWARÊ    Di warê xizmeta tenduristiyê de jî xizmeta bi lez a tenduristiyê kêm ma. Tîmên tenduristiyê yên dilxwaz ên di bin banê Yekitiya Bijîşkên Tirk, Sendîkaya SES’ê li bajêr û gundan dest bi kontrola tenduristiyê kirin û di warê derman û pêçandina birînên welatiyan de bûn alîkar. Li şûna ku Wezareta Tenduristiyê xizmeta tenduristiyê ji gel re bibe lê belê dilxwaz xizmetê dikin.    ‘DEWLET TUNE YE’    Sekreterê Giştî yê Halkevlerî Kutay Merîç, Hevseroka Giştî ya Partiya Avakirina Jinûve Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce ji ajansa me re axivîn û banga piştevaniyê kirin û gotin: “Dewlet tune ye, gel heye. Piştevanî dide jiyandin.”   SAZIYÊN KU KOORDÎNASYONÊ AVA KIRIN E    Li Antakya û Defneyê navenda koordînasyonê ji aliyê Kaldiraç, Federasyona Meclisên Sosyalîst, Partiya Çep, TOP, TÎP, Partiya Komunist a Tirkiyeyê, Sendîkaya Karkerên Înşaetê, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) hatiye avakirin. Li navçeya Samandagiyê jî navenda koordînasyonê ji aliyê TOP, HDP, TÎP, KESK’ê ve hatiye avakirin. Li navçeya Îskenderûnê jî koordinasyon ji aliyê HDP’ê û Partiya Kedê (EMEP) ve hatiye avakirin. Ev navendên koordînasyonê di warê xurek, cil, xwarina germ û pêdiviya germirinê û hêwirînê de ji mexdûran re dibin alîkar.    MA / Tolga Guney