Xaniyeke xwe di şer de yek jî di erdhejê de winda kir 2023-02-17 15:40:03 AMED - Welatiyê bi navê Elî Hemî ku di dema êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê de ji lingê xwe birîndar bûbû û seqet bûbû, koçî Amedê kiribû. Ji ber erdheja Mereşê di mala wî de xesar çêbû û careke din bêmal ma.    Di encama erdhejên Mereşê yên bi pileyên 7,7 û 7,6 de 38 hezar û 44 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran avahî hilweşiyan û bi dehhezaran jî xesareke mezin gihiştê. Ji ber vê yekê gelek kes mexdûr bûn. Welatiyê bi navê Elî Hemî (45) piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê yê di sala 2011’an de ji Kobanê koçî Amedê kir. Di şer de mala xwe winda kir û bi erdheja Mereşê re ji mala xwe ya duyemîn jî bû.    Di dema êrişên dagirkeriyê yên DAIŞ’ê de Hemî ji lingê xwe birîndar bû û seqet bû. Hemî, ku ji ber lingê xwe yê seqet gelek zehmetî kişandin, piştî erdhejê rewşa wî hêj girantir bû. Di erhejê de xesareke mezin gihişt mala wî ya li navçeya Rezanê. Hemî, niha tevî 4 zarok û hevjîna xwe li eywaneke sporê dimîne û nizane bê ka dema dibistanên zarokan dest pê kirin dê çi bike.    ‘HEMÛ KES PERÎŞE BÛ’   Hemî, wiha qala dema erdhejê û pêvajoya piştî wê kir: “Zarok di qîriyan. Hemû kes rabû ser pêyan. Gotin ku erdhej çêbû û divê her kes ji malê derkeve. Hemû kes derketin derve lê min nekarî derkevim. Min wê demê hîs kir ku mirin ji vî halî çêtir e. Mînak, dê bi ku de bireviyam? Ji bo mirovên nexweş ev rewş pir zehmettir e. Dê ew bi ku de biçûna? Heke kesên malên wan hilweşiyayîn karîbin xwe xelas kiribin jî niha cih tune ye. Ne mal heye û ne jî tiştekî din. Milet perîşe bûye. Xwarin tune ye, tiştek tune ye û li konan digerin. Mirovên ku berê maleke wan hebû, niha ji xwe re li konan digerin. Ne xwe lê zarokên xwe difikirin. Weke mînak, ez difikirim bê ka gelo dê çi bi van zarokan bibe.”    ‘REWŞ JI BO NEXWEŞ Û ASTENGDARAN ZEHMETTIR E’   Bi domdarî Hemî diyar kir ku dê bandorên rûxîner ên erdhejê ji bo astengkirinan hêj girantir bin û wiha bi dawî kir: “Mirin, heq e. Lê ev rewş ji bo mirovan xerabtir e. Heke dest û lingên mirovan nebin, zehmet e. Divê ji bo kesên astengdar û nexweş avahî bên girtin. Ji bo kesên di rewşa min de ne kar heye û ne jî tiştekî din. Divê ji bo vê tevdîr bên girtin. Divê ji bo kesên nexweş û astengdar cihên guncav bên avakirin. Divê mûçe bidin wan. Weke mînak, mûçeyê min tune ye, karê min tune ye. Ma ez ê bi ku de biçim? Ev yek du roj in ez li vê derê me. Em tevek jî cemidîn û nexweş bûne. Rewşeke zehmet e. Divê dewlet şert û mercên guncav ava bike da ku em û zarokên xwe bikarin lê bijîn. Lê heta niha jî yek ji van nehatiye kirin.”