Alikariya HDP’ê bi îddiaya “alikariya îlegal e” hate desteserkirin 2023-02-17 15:53:19   ŞIRNEX - Li navçeya Basayê leşkeran alikariya ku HDP'ê ji bo mexdûrên erdhejê kom kiribû bi gotina 'alîkariya îlegal e" hate desteserkirin.     Li gundê Hetma yê girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di çarçoveya kampanyayê de ji bo mexdûrên erdhêjê alîkarî kom dikirin ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin û bi iddiaya "alikariya îlegal kom dikin” alikariya ku ji gund hatiye komkirin hate desteserkirin. HDP’yiyên ku alîkarî kom dikirin yek bi yek ji GBT’ê re hatin derbaskirin.     ‘ALÎKARÎ HAT DESTESERKIRIN’   Der barê mijarê de Hevserokê HDP’ê yê Basayê Ahmet Aktûg ev agahî dan: "Komira ku me li gundê Hetma berhev kiribû, ji aliyê leşkeran ve hat desteserkirin. Di navbera me de nîqaş derket. Bi devkî ji me re gotin ku ku ev biryara Walîtiyê ye. Ji me re gotin ku ev alikariya ku em berhev dikin îlegal e. Li dijî vê me jî daxwaznameyên xwe amade kirin û em ê ji Walitiyê re bişînin.”