‘Zarokên mexdûrên erdhejê teslîmî terîqetan tên kirin’ 2023-02-17 16:46:47   ANTALYA - Komeleya Ji Ewil Jin û Zarok da zanîn ku zarokên bêrefeqat ên erdhejê ji bilî saziyên dewletê, li cem cemaet û terîqetan tên bicihkirin û têkildarî mijarê gilî kir.    Komeleya Ji Ewil Zarok û Jin da zanîn ku zarokên mexdûrên erdhejê yên bêrefeqat mayîn li derveyî saziyên dewletê, li cem terîqet û cemaetan tên bicihkirin. Komeleyê, diyar kir ku ji bo ji Serdozgeriya Komarê ya Beykoz a Stenbolê re bê şandin, li Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê bi tawanbariyên “Revandin û desteserkirina zarokan” û “Bêparhiştina kesekî ji azadiya xwe” gilî kirine.    ÎDIAYA REVANDINA ZAROKAN   Di serlêdanê de komeleyê got ku zarok revandina navçeya Beykozê û ev tişt hatin destnîşankirin: “Hatiye tespîtkirin ku ev zarok hatine revandin û ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin. Dema ku xebatên lêgerîn-rizgarkirinê didomiyan, zarok ji bin kavilan hatine derxistin an jî dema windabûyîn hatine dîtin. Bêyî ku roj, saet û apartmana ku ev zarok bi malbata xwe re lê dijiyan bên tespîtkirin, radestî kesên xwe weke malbatên wan nîşandane hatine kirin. Mînakên ku zarokên ji erdhejê hatine rizgarkirin ji saziyên fermî re nehatine ragihandin û hene. Li gorî agahiya ji komeleya me re hatiye ragihandin, li Taxa Çavuşbaşi ya Beykozê hinek zarok radestî 3 malan hatine kirin û pêdiviyên wan tên pêşwazîkirin. Vîdeoyeke bi vî rengî li ser medyaya civakî tê parvekirin. Kesê di vîdeoyê de diaxive, dibêje ku zarok beyî refeqatê anîne Beykozê û banga alîkariyê dikin.  Ev vîdeo, sûc e. Şahidê me jî heye. Em dixwazin ku ev şahid bê guhdarîkirin. Şahid dibêje ku dibe zarok hatibe revandin.”    Piştî serlêdanê jî li pêşiya Edliyeya Antalyayê daxuyanî hate dayîn. Ji parêzerên komeleyê Mujde Tozbey, têkildarî zarokên bêrefeqet bi Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî re peywendî danîne lê jê re hatiye gotin ku haya wan ji mijarê nîne.    'ZAROKAN RADESTÎ TERÎQETAN DIKIN’   Tozbey wiha domand: “Mixabin li gorî îxbarên ji bo komeleya me û saziyên din hatine kirin, ev zarok li derveyî saziyên dewletê, radestî terîqetan û kesên xwe weke xizmên wan nîşandan hatine kirin. Li gorî agahiyên ber destê me, heta niha 60 zarokên bêrefeqet li 3 vîlayên li Taxa Çavuşbaşi ya Beykozê hatine bicihkirin. Em li bendê ne ku Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî tavilê têkildarî mijarê daxuyaniyê bide.”    Tozbey herî dawî jî ev pirs ji wezaretê kirin: “60 zarokên me yên mexdûrên erdhejê yên bêrefeqet li ku ne? Ev zarok çima li vîlayên aydê terîqetan tên bicihkirin? Gelo wezaret bi zanebûn çavên xwe ji revandina van zarokan re digire?”