'Fatûreya erdhejê li xwendekaran hat birîn' 2023-02-18 09:02:18   STENBOL - Serokê Egîtîm Sen a Şaxa 1'ê ya Stenbolê Mesût Mîke diyar kir ku desthilat fatûreya erdhejê li xwendekaran biriye û got ku bi biryara perwerdehiya online derb li perwerdehî û hînkariyê hatiye xistin.    Piştî erdhejên li Mereşê, Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan daxuyandibû ku dê li zanîngehan dest bi perwerdehiya online bikin û mexdûrên erdhejê jî li wargehên xwendekaran bi cih bikin. Piştî vê xwendkear ji wargehan hatin derxistin. Ev bû cihê bertekên mezin. Serokê Egîtîm Sen a Şaxa 1'ê ya Stenbolê Mesût Mîke destnîşan kir ku desthilat fatûreya erdhejê li xwendekaran biriye û got ku bi biryara perwerdehiya online derb li perwerdehî û hînkariyê hatiye xistin.     PAŞPERDEYA BIRYARÊ   Mîke diyar kir ku ev biryar dê sekteyeke mezin li perrwerdehiyê bixe û got: "Piştî erdhejê gelek otêl û pansiyonên li herêmên turîzmê bûn rojev. Ji ber ku dê çend meh bi şûn de heyama turîzmê dest pê bike. Fatûreya vê mexdûriyeta gel, li xwnedekaran dibirin. Sedem jî ketine etra qezenca sermayeya taybet. Bi vê biryarê derb li perwerdehî û hînkariyê xistin."    Mîke bilêv kir ku gava ew hilbijartina gengaz a 2023'yan bînin ber çavê xwe, dertê holê ku ev biryar bi zanebûnî hatiye girtin û got: "Hikûmetên navnedî yên bi vî rengî gava tiştên wiha ji nişkave çêdibin û tu amadekariyên wan tune ne, tim hin tiştan feda dikin. Lewma bi rihetî perwerdehiyê feda dikin. Beriya hilbijartinê mexdûriyeta mexdûrên erdhejê ev qasî manîpule kirin û dê wê veguherînin kampanyaya hilbijartinê."