Li herêma erdhejê ji bo heywanan pêdivî bi êm û hêwirînê heye 2023-02-18 09:42:43   MEREŞ - Li navenda erdhejê Bazarcixê ji ber ku axûr jî hilweşiyane û heywan li derve mane, pêdivî bi êm û hêwirîna ji bo heywanan jî heye.    Di erdhejên navenda wê navçeyên Bazarcix û Elbistan ên Mereşê bûn çêbûn de bandorê li ser 10 bajaran kir. Li gorî daneyên fermî; heta niha 39 hezar û 672 kesan jiyana xwe ji dest daye û ji sed hezarî zêdetir jî kes birîndar bûn. Li herêmên erdhejê bi hezaran avahî hilweşiyan. Erdhejê tenê bandorê ne li ser mirovan kir di heman demê de bandorê li ser hemû zindiyan kir. AFAD tenê hejmara qurbaniyan eşkere dike û eşkere nekiriye ku çiqas heywan mirin e. Dema mirov axûrên hilweşiyane dide ber çavan tê texmînkirin ku bi hezaran heywan di bin xirbeyan de mirin e.    Li navenda erdhejê navçeya Bazarcixê li her gundekî ku me dîmen û wêneyên wan girt, hejmara hewyanên mirin e jî gelek zêde ye. Bi taybetî li gundên  li herêmên çiya hejmara hewyanên mirin e ji 2 hezarî bihûriye.    PÊDIVIYA ÊM Û BARAQAYAN    Heywanên li jiyanê manej î ji berk u axûr û cihek lê bi hêwirîn nîne, li derve di hewa sar de dimînin. Ev jî dibe sedema mirina heywanan. Her wiha ji ber ku pêdiviyên heywanan ên wek êm, hêwirînê û mama nayê temînkirin dibe sedema mirina wan. Em li gundan bi welatiyan re axivîn û welatî dixwazin ku ji bo heywanên wan jî alîkariya êm û mamayan bê kirin. Her wiha welatî dixwazin ku ji bo heywanên wan nemirin divê baraqayên ji bo heywanan jî bên şandin.    MA / Azad Altay - Abdurrahman Gok