Mîmarê hilweşînê AKP: Di 21 salan de 11 efûyên îmarê derxist 2023-02-18 10:35:29   ENQERE – AKP di 21 salan de 11 efûyên îmarê derxist û îktidara AKP’ê herî dawî di 2018’an de efûya îmarê derxist û 6 milyon konut û avahî belgeya qeydê wergirtin e. Li 10 bajarên di bin tesîra erdhejê de mane jî 294 hezar û 165 avahî di çarçoveya efûya îmarê de hildan bin parastina qanûnî.    Piştî erdhejên ku navenda wê navçeyên Bazarcix û Elbistan ên Mereşê bûn, wek her erdhejên din dîsa xemsariya rayedaran û beriya her hilbijartinê efûya îmarê dîsa di rojevê de ye. Her roja ku diçe bîlançoya erdhejê giran dibe. Li gorî daneyên fermî, 12 hezar û 141 avahî û 66 hezar û 58 beşên serbixwe hilweşiyan e. Di çarçoveya xebatên tespîta xesarê de li 13 bajaran ji aliyê Wezareta Hawirdorê û Bajarvaniyê ve hat kirin, 263 hezar û 800 yekîneyên di 61 hezar û 722 avahî de cih digire divê bi lezgînî bên hilweşandin, û tespîta xesara giran û hilweşandî hat kirin.    DI 21 SALAN DE 11 EFÛYÊN ÎMARÊ HATIN DERXISTIN    Ji sala 1978’an heta sala 1999’an di nava van 21 salan de 5 caran efûya îmarê hat derxistin, ji sala 2002’yan ve ku AKP hatiye ser îktidarê di çarçoveya efûya îmarê de 11 qanûn derxistin. Efûya herî dawî ya îmarê di sala 2018’an de hat derxistin û beriya hilbijartina 2018’an li Meclisê hat erêkirin.      EFÛYA ÎMARÊ BI DENGÊN AKP-MHP-CHP DERKET    Li ser teklîfa efûya îmarê di 11’ê gulana 2018’an de li Meclisê hevdîtin hatin kirin. Ji AKP’ê 205 parlamenter, ji MHP’ê 4 parlamenter dengê wan hat qebûlkirin. Ji CHP’ê jî 8 parlamenter dengên erêkirinê dan. Bi 217 dengên parlamenterên AKP-MHP-CHP’ê hatin qebûlkirin. Parlamenterên HDP’ê jî li dijî efûya îmarê rabûn û dengên red bikaranîn.      DI SALA 2018’AN DE 6 MILYON KONUT BELGE HILDAN E    Wezîrê Hawirdorê û Bajarvaniyê Mûrat Kûrûm diyar kiribû ku di sala 2022’yan de di çarçoveya efûya îmarê de li gelemperiyê Tirkiyeyê 7 milyon û 85 hezar û 969 heb Belgeya Qeyda Avahiyan hatine girtin û ji van 5 milyon û 848 hezar û 927 heb konut in. Cîgirê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Dr. Bugra Gokçe li gorî daneyên ku piştî erdhejê eşkere kir, li 10 bajaran bi giştî 294 hezar û 165 avahî di çarçoveya efûya îmarê de hildane bin parastina qanûnî.      TUÎK: JI SEDÎ 51,5’Ê XELKÊ DI AVAHIYÊN NÛ DE RÛDINIŞT    Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK); li gelepmeriyê Tirkiyeyê di navbera salên 2009 û 2022’yan de destûr belgeyên milyonek û 400 hezar û 103 heb avahî hatiye dayîn. Ji van 8 milyon û 501 hezar 994 heb daîre ne û destûra bikaranîna hatiye dayîn. Her wiha milyonek û 545 hezar û 541 avahî jî belgeya ruxseta avahiyê girtine. Ji van 9 milyon û 665 hezar û 585 heb daîreyan pêk tê. Li bajarên Mereş, Semsûr, Meletî, Amed, Riha, Dîlok, Osmaniye, Kilîs, Hatayê û Edeneyê erdhejê bandora xwe lê nîşan da, ji sedî 51,5’ê xelkê di avahiyên piştî sala 2001’ê hatine çêkirin de diman.      DÎMENÊN FEYKÊ RÛXANDINÊ NÎŞAN DA    Piştî erdhejê li dîmenên peyke ku hatin lêkolînkirin jî li 10 bajarên ku erdhejê lê bi bandor bû, tê dîtin ku gelek avahî piştî 2004’an hatine çêkirin. Lê organên dewletê li gel vê erdheja dijwar jî daxuyanî nedan ku ji sala 2002’yan vir ve çend heb avahiyên nû hatine çêkirin.      MA / Yusra Batihan