Bi lîstikan hewl didin erdhejê bi zarokan bidin jibîrkirin 2023-02-18 15:20:21   DÎLOK - Mamosteyên pêşdibistanê ku ji Uşakê hatine Islehiyeyê, ji bo zarokan çalakiyan li dar dixin û hewl didin bandora erdhejê ya li ser zarokan sivik bikin.    Birînên mexdûrên erdhejê yên li 10 bajaran bi rêya piştevaniyê tên dermankirin. Komeke mamosteyên pêşdibistanê ku ji 15 kesan pêk tê, ji Uşakê hatin navçeya Islehiye ya Dîlokê. Mamosteyan 5 kon vedan û li vê derê ji bo zarokan çalakiyan li dar dixin û hewl didin bandora erdhejê ya li ser zarokan sivik bikin. Ji mamosteyan Gullu Şepîk got ku erdhejê mezin li zarokan kiriye.    DI LÎSTIKAN DE RASTIYA ERDHEJÊ   Şepîk, da zanîn ku demekî kin piştî erdhejê bi dilxwazî hatiye herêmê û wiha got: “Em 15 kes hatin vê derê. Me 5 kon weke dibistanê vedan. Bû 4 roj ku li herêmê ne. Di nava civakê de feraseteke wisa heye ku dibêjin qey erdhejê bandor li zarokan nekiriye. Kon û erdhej parçeyeke jiyana wan in. Û li vê derê hînî vê rastiyê dibin. Em hewl didin wan hinek ji vê derûniyê xelas bikin. Zarok li vir lîstikan dilîzin û di van lîstikan de teqez qala erdhej dikin. Ji wan kesekî bloqek ava kiriye û dibêje; ‘erdhej çêbû erd diheje, di erdhejê de 150 kesan jiyana xwe ji dest dan.’ Em hewl didin lîstikên ku zarokan hinek ji vê derûniyê dûr dixin bi wan re bilîzin û nekevin nava mijara erdhejê.”    ‘MÎNA JI DÛRVE XUYA DIKE NÎNE’   Bi domdarî Şepîk diyar kir ku di dibistanekê de dimînin û wiha bi dawî kir: “Me tiştên qewimîn li ser tv’yan temeşa dikirin. Me di dît bê ka mercên vê derê çiqas zehmet û xerabin. Em li Uşakê ji bo alîkariyê dixebitiyan. Lê piştî em hatin vê derê, me dît ku rewşa li vir pir cuda ye. Dema mirov di nava kar de, zehmettir e. Qet nebe ez li cihekî dimînin lê pirsgirêka rê, ceyran û avê heye.”    MA / Berîvan Kutlu