Taxa Armûtlûyê: Em bi hev re diçin, em ê bên û ji nû ve şên bikin 2023-02-18 16:13:26   HATAY - Mexdûrên erdhejê yên li taxa Armûtlûyê ya Antakyayê ku ji taxê koç kirin wiha gotin: “Em bi hev re diçin, em ê bi hev re werin. Em Armûtlûyê ji nû ve şên bikin.”    Taxa Armûtlûyê ya bi ser navçeya Defneya Hatayê ve bi nasnameya xwe muxalîf û berxwedêr tê zanîn. Erdhejê li taxê kevir li ser kevir nehiştiye û her deverê rûxandiye. Yek ji taxên herî zêde ku xesar dîtiye ye.    Ji sedî 80’ê taxê bi erdhejê re serûbin bûye. Tîmên lêgerînê û rizgarkirinê piştî 4 rojan xwe gihandine taxê. Sazî û dezgehên şoreşger, çep û çepgir beriya her kesî xwe gihandine taxê. Li taxê xebatên lêgerînê û rizgarkirinê qediyaye û xebata rakirina xirbeyan lê didome.    HIN KES DIKEVIN BIN AXÊ HIN KES DIKEVIN NAV DILAN…   Di ketina taxê de nivîsa “Her kes wê rojekê bimire, wê hin kes bikevin bin axê wê hin kes jî di nava dilan de cih bigirin” mirovan pêşwazî dike. Li bin nivîsê wêneyên çalakgerên Geziyê Alî Îsmaîl Korkmaz, Abdullah Comert û Ahmet Atakan ên ji Hatayê ku hatin qetilkirin hatine xêzkirin.    Li ser dîwarên xaniyên taxê nivîsên ku berxwedana çalakiyên Geziyê destnîşan dikin balê dikişînin ser xwe û makîneyên kar di nav xirbeyan de dixebitin.    Êş û xemê xwe berdaye ser bêhna porteqalên taxê. Mexdûrên erdhejê mirina xwe didin ber çavê xwe û dikevin wan malên xwe ku xesar dîtine û hewl didin çend parçe eşyayên xwe jê derbixin.    'EM Ê ARMÛTLÛYÊ JI NÛ VE ŞÊN BIKIN’    Hin mexdûran bi awayek komunal tevdigerin û TIR’ên ku hevkarî kirê kirine pê eşyayên xwe bar dikin. Şênî ango mexdûrên erdhejê yên ji taxê vê peyamê didin: “Em ê bi hev re biçin, em ê bi hev re vegerin. Em ê Armûtlûyê ji nû ve şên û xweş bikin.” Şêniyên taxê bi vê peyamê didin nîşandan ku ev çûn ango koça wan ne heta hetayê ye.    MA / Mujdat Can