Ji bo jinûveavakirinê banga seferberiyê: Divê gel dest ji axa xwe bernede 2023-02-18 17:22:21   SEMSÛR - Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Tayîp Temel, diyar kir ku dest bi pêvajoya jinûveavakirinê kirine û got: "Gel, divê dest ji axa xwe bernede."    Navenda Koordînasyona Krîzê ya ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hat avakirinî li bajarên ku bandor ji erdhejê girtine xebatên xwe didomîne. HDP ku li van bajaran bi navendên koordînasyona krîzê re dicive, heya niha li Semsûrê xwe gihandiye 20 hezar mexdûrên erdhejê û alîkariya wan kiriye.    PÊVAJOYA JINÛVEAVAKIRINÊ   Cîgir Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Tayîp Temel piştî civîna bi navendên koordînasyona krîzê re dauxyanî da. Temel, destnîşan kir ku armanca wan pirsgirêkên gel çareser bikin û got ku ji aliyekî ve ji aliyê pêkhateyên wan ve kampanyaya alîkariyê didome li aliyê din jî dest bi xebatên jinûveavakirinê kirine.    Temel got: "Rojên ewil qilqilîneke hebeû. Lê dilxwazên me di vî warî de mudaxileyeke bibandor kirin. Ji roja ewil heya niha me hem kavilên erdhejê hem jî kavilên desthilatê rakirin. Gel bi ruhê seferberiyê bû xelek û me bi cebirandina birînan pêvajoya jinûveavakirinê da destpêkirin."    BANGA SEFERBERIYÊ   Temel destnîşan kir ku Semsûr ji ber krîza nebirêvebirinê ya desthilatê ji roja ewil a erdhejê ve bi tenê hatiye hiştin û got: "Ev, polîtîkayeke dewletê ye. Desthilat vê karesatê veguherand krîzê û ji bo vê xakê ji mirovan xalî bike koçberiyê teşwîq kir. Lê divê ev gel dest ji vê axê bernede. Divê bîranîn, bîr û çanda vir biparêze. Lewma divê her kes ji bo jinûveavakirinê seferber bibe."    Temel destnîşan kir ku ya ku Semsûrê li ser pêyan bihêle piştevanî ye.