Li Kaynartepeyê keysbaz ketine pey rantê! 2023-02-19 09:03:59 AMED - Li navçeya Rezanê ku tê xwestin taxa wê ya Kaynartepe daxilî nava "veguherandina bajêr" bê kirin, hin keysbaz bi "raporên xesarê" yên sixte tirsê belav dikin û dixwazin avahiyan bi erzanî bi dest bixin.    Keybaz ji ber erdhejê ketine pey rantê. Li navçeya Rezanê ku tê xwestin taxa wê ya Kaynartepe daxilî nava "veguherandina bajêr" bê kirin, hin keybaz bi "raporên xesarê" yên sixte tirsê belav dikin û dixwazin avahiyan bi erzanî bi dest bixin. Tîmên Midûriyeta Hawirdor, Bajarsazî û Avhewayê, heya niha li taxê ji bo 7 avahiyan rapora "pirxesardîtî" çêkirine. Lê hat hînkirin ku hin fîrmayên înşeatê jî ketine pêy avahiyan û dixwazin wan bi erzanî bikirin. Keyayê taxê Îlhamî Altûn got ku keybaz mal bi mal digerin û dixwazin avahiyan bi erzanî bikirin.    Altûn anî ziman ku tespîtkirina xesarê hê berdewam dike û wiha got: “Mirov ditirsin ku bikevin malên xwe. Midûriyeta Hawirdor, Bajarsazî û Avhewayê ya Bajêr tên li taxê dixebitin, lê pêwendiyê bi tu kesî re danaynin. Em telefon dikin, lê bersivê nadin. Ji ber vê em gelekî mexdûr in. Şêniyên taxê jî tim tên cem me. Em jî nikarin tu bersivê bidin wan. Bila şaredarî û rayedarên dewletê demildest pêwendiyê bi keyayan re deynin."    GEL DITIRSÎNIN   Altûn anî ziman ku rantxurên ku dixwazin sûdê ji vê rewşê bigirin tim tên dibêjin "erdhej çêdibe, xaniyan vala bikin" û bi vî awayî gel ditirsînin. Altûn ku pirsî "Çima rayedaran dewletê destûrê didin van kesan?" wiha axivî: "Bila mirovan netirsînin. Jixwe hê jî tirsa erdhejê li ser mirovan heye. Avahiyên xesar dîtine û yên saxlem hene. Gelek keysbaz, çendî avahî xesar nedîtiye jî dibêjin avahî xesar dîtiye. Pêdiviya kê bi alîkariyê hebe, divê em bi hawariya wan de biçin. Alîkariyên ku heya niha hatine belavkirin negihîştine hemû medûran. AFAD kesî nas nake û alîkariyan bi rêk û pêk belav nake. Divê tevî keyayan biryareke hevpar bê girtin. Walîtî demildest divê pêwendiyê bi 9 keyayên Rezanê re deyne. Mir»v mexdûr in û derûniya wan nebaş e. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi tu awayî pêwendî bi me re daneniye."    ‘KEYSBAZ FIRSATÇILAR PAY ÇIKARIYOR’   Altûn di dawiya axaftina xwe de got: "Hê jî alîkarî negihaye hin mirovên taxê. Li taxê gelek keysbaz derketine holê. Hin kes hene, xaniyên wan ne li vir e, lê radibin daîreyan dikirin. Ev kes dixwazin rojek berî rojekê xanî bên xerakirin. Lewma naxwazin kes biçe mala xwe. Ev berpirsiyarî ya Midûriyeta Hawirdor, Bajarsazî û Avhewayê ya Bajêr   MA / Mehmet Guleş - Zerrîn Sargût