Dr. Koç: Li herêma erdhejê divê navendên piştgiriyê yên derûniyê bên zêdekirin 2023-02-19 09:05:19 WAN - Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Ahmet Koç diyar kir ku li herêma erdhejê ger mirov li paqijiyê ne miqate bin, dê nexweşîn zêde bibin û got ku li van deran pirsgirêkên ruhî û derûnî çêbûne, lewma divê navendên derûniyê bên zêdekirin.    Di erdhejên Mereşê de ku bandor li 10 bajaran kir, zêdetirî 40 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Pisporên tenduristiya gel ku ji roja ewil ve herêmê raçav dikin, hişyar dikin ku pirsgirêka daşir, ava paqij û paqijiyê dê bibin cihê nexweşînan. Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Ahmet Koç, da zanîn ku li bajarên ku bandor ji erdhejê girtine kon û konteynerên tenduristiyê hatine danîn.    ENFEKSIYON   Koç diyar kir ku ji gelek herêman bijîşkên girêdayî odeya bijîşkan sewqî herêma erdhejê hatine kirin û got ku pirgsirêkên tenduristiyê tên tespîtkirin. Koç diyar kir ku pirgsirêkên tên tespîtkirin paşê wekî dane radestî Wezareta Tenduirstiyê û saziyên têkildar ên din tên kirin û got: "Çen roj di ser erdhejê re derbas bûn. Em dibînin ku ji çopan gir çêbûne. Demildest divê ji bo van çopan çareyek bê dîtin. Ger çare neyê dîtin, di rojên pêş de em ê bi nexweşînan re rû bi rû bimînin. Niha tişta ewilî bê kirin berhevkirina çopan e. Ev çop divê bên kirêckirin. Her wiha nexweşîna guriyê jî dê zêde bibe. Ji xeynî vê enfeksiyonên pişikê dest pê kirine, ji ber sermayê. Ji bo vê jî demildest divê tevdîr bên girtin."    DIVÊ NAVENDÊN PIŞTGIRIYÊ YÊN DERÛNIYÊ BÊN AVAKIRIN   Koç ragiahnd ku li herêma erdhejê pirsgirêkên ruhî û derûnî rû dane û got: "Tîmên ku ber bi herêmê ve bên şandin, divê ev pirsgirêk bên kontrolkirin. Ji ber ku problemên derûnî zêde ne, divê navendên piştgiriyê yên derûnî bên zêdekirin. Problemên derûnî û ruhî dê bandoreke pir mezin li zarok û mezinan bikin."