Zimanzan Alpay: Kurd li dijî tune hesibandina sedsalî xwedî li zimanê xwe derdikevin 2023-02-19 10:05:45   STENBOL - Zimanzan Necmiye Alpay diyar kir ku ziman jiyan û awêneya civakan e û zimanê kurdan ji avakirina komarê ve tune tê hesibandin û kurdan bi têkoşîna xwe tevî polîtîkaya sed salî jî zimanê xwe zindî hiştin.    Ji sala 2000’î vir ve roja 21’ê Sibatê ji aliye Rêxistina Perwerdehî, Zanist û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve “Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê” hate qebûlkirin. Ji sala 2000’î ve ev roj ji aliyê kurdan ve bi girîngî û rêzeçalakî tê pîrozkirin û ji bo zimanê kurdî çalakiyên girîng tên lidarxistin.    Tirkiyeyê sedsalek ku zimanê kurdî, nasname, çand, dîrok û hebûna kurdî qedexe bû û hat înkarkirin, li pey xwe hişt. Zimanê kurdî li sazî û dezgehên dewletê hê jî qedexe ye û wek zimanê nayê zanîn tê pênasekirin. Tevî daxwaza bi milyonan kurdan jî hê jî perwerdehiya bi kurdî nehatiye mîsogerkirin. Xebat û çalakiyên ji bo xizmeta çand û hunera kurdî jî tên qedexekirin. Şano, konser û rêzeçalakiyên ji bo zimanê kurdî tên astengkirin û qedexekirin.    Bi wesîleya 21’ê Sibata îsal ku wê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di bin siya xemgîniya erdhejê de were pîrozkirin, zimanzan Necmiye Alpay ji ajansa me re axivî.    ‘ZIMAN AWÊNEYA CIVAKAN E’    Alpay anî ziman kuz iman yek ji amûrên herî girîng ê ragihandinê ye di heman demê de ziman aktîvîteyek fikirandin, hînkirin û çandê ye û wiha got: “Ziman di jiyana civakan de herî kêm bi qasî nan, av û hewayê xwedî bandor e. Ziman awêneya civakan e. Ji bo kurdan jî ev wisa ye. Astengkirina zimanê civakekî te maneya astengkirina civakê. Dema zimanê mirovekî ango civakekê nebe, tê maneya ku ruhê wê civakê nebe. Çimkî ziman berdewamiya û kevneşopiya çandê ye. Ziman amûra birêvebirina dîrokê ye. Dema meriv li ziman binêre dibînî ku civak çiye ango di civakê de çi heye çi nîne dide xuyakirin.”    ‘ISRARKIRINA DI ZIMANÊ YEKPEREST DE DIDOME’    Alpay destnîşan kir ku dema zimanê civakekê tune were hesibandin û bê tunekirin, tê maneya tune hesibandina çanda wê civakê û wiha axivî: “Her tim dewlet serî li vê rêbaza tune hesibandinê dide. Seranserî dîroka Komara Tirkiyeyê ji bo ku zimanê kurdî tune bike çi ji destê wê hat kir. Yek ji polîtîkayên yekperest jî yek ziman e. Li gorî min ev yekser bi kapîtalîzmê ve girêdayî ye. Çimkî kapîtalîzm her tiştî standart dike. Dixwaze hemû zimanan bike yek tîp. Çima? Çimkî dixwaze hilberînê û jiyana civakî hin zûtir û hêsantir kontrol bike. Di dîroka komara Tirkiyeyê de ev rewş ne cuda ye.”    ‘KURD GAV BI GAV XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERKETIN’    Alpay axa Anatoliyê ku Komara Tirkiyeyê li serê hatiye avakirin wek “Welatê Zimanan” pênase kir û wiha domand: “Tenê qebûlkirina zimanê tirkî polîtîkayek giştî ye. Li Tirkiyeyê asimilasyona bi darê zorê heye. Ev sûcê dijî mirovahiyê ye. Dewlet her tim viya red dikin. Kurdî mînaka vê ya li ber çav e. Kurdî qedexe dikin. Yên ku bi kurdî diaxivin tên cezakirin. Weşan û muzîka kurdî tê astengkirin. Heyamek ev kare wêrekiyê bû. Niha jî dema bi kurdî tê axaftin kesek dikare bi awirên çewt li te binêre. Lê belê kurdan tu demê îradeya xwe ji dest neda. Her tim xwedî li zimanê xwe derketin. Gav bi gav zimanê xwe zindî hiştin. Heke j imin bê pirsîn, ez ê bêjim zimanê kurdî zimanek bi têkoşînê hatiye parastin û heta roja îro hatiye.”    ŞERÊ LI DIJÎ ZIMAN DIDOME    Alpay bal kişand ser “Pêvajoya diyalogê” û wiha pêde çû: “Piştî heyameklê dîsa dewletê polîtîkayên şer xist dewrê û bi vê polîtîkayê dixwaze pirsgirêka kurd çareser bike. Dewlet di warê ziman de jî vê israra xwe didomîne. Tişta pêwîst ku di warê ziman de bê kirin çiye? Divê mervi li bersiva vê pirsê bigere. Divê ji bo wî xelkî derfet bên pêşkêşkirin. Ew gel dikare bi zimanê xwe biaxive? Temînkirina dibistanê, weşanxane û pirtûkxane wezîfeya dewletê ye. Lê mixabin li welatê me berovajî vê tê kirin. Bi çavek xerab lê tê nihêrîn. Her wiha TRT Kurdî ava kirin û di vir de jî propagandaya dewletê tê kirin. Meriv nizane pê bikene an pê bigirî? Dixwazin çand û zimanê kurdî bikin amûra polîtîkayên yekperest a dewletê. Ev şermek giran e û helbet zilmek mezin e. Ev rewşa niha piştî ku AKP-MHP bûn hevkarên hev, sed qat zêdetir bû.”    ‘SEREKE DIVÊ BI ZIMANÊ XWE ZIKMAKÎ DIZANIBE’    Alpay anî ziman ku divê perwerdehiya ziman raste rast ji kes ango civakê re bê hiştin û di pergala cîhanê ya heyî de divê mirovek bi sê zimanan perwerdehî bibîne. Alpay got bivê nevê divê kesek bi zimanê xwe zikmakî zanibe, zimanê fermî yê wî welatî dizanibe û qet nebe divê bi îngîlîzî jî dizanibe çimkî wek zimanê cîhanê tê qebûlkirin.    KURD Û SAZIYÊN XWE    Alpay desnîşan kir ku kurd ji bo xwedî li zimanê xwe derkevin têkoşînek û hewlên bêhemba dan û wiha got: “Ez ji salên 90’î vir ve rewşa kurdan û zimanê wan dişopînim. Weşanxaneyên kurdî hatin avakirin. Pirtûkên kurdî hatin çapkirin û wergerên wan hatin kirin. Enstîtûya Zimanê Kurdî (bo niha Komeleya Lêkolînên Kurdî) heye. Ferhengên mezin, pirtûkên rêzimanê ku bûn model derxistin. Dersan û kursan didin. Li Amedê ev rewş geş e. Li zanîngehan ji alyê dewletê ve beşên Ziman û Wêjeya Kurdî jî hatin vekirin. Bêguman ev têr nake. Derfetên têrker û azadî nayê nasîn. Yek bi yek tên girtin.”    ‘DIVÊ KURD HEMÛ SERPÊHATIYÊN XWE BI ZIMANÊ XWE TOMAR BIKIN’    Alpay da zanîn ku tişta ku hatiye serê kurdan ew ji sedî not jî nizane û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Belkî kurd jî hemû nizanin çi hatiye serê wan. Eziyeta ku li wan hatiye kirin, windayên kurd, zextên li ser wan… Divê bi awayekî van tiştên hatine serê wan bi zimanê xwe tomar bikin. Çimkî tiştên diqewimin û tên serê mirovan paşê winda dibin.”    MA / Mehmet Aslan