Avahiya rektoriya Zanîngeha Dîcleyê ji ber xesarê hat valakirin 2023-02-19 10:14:19   AMED - Avahiya rektoriya Zanîngeha Dîcleyê ji ber erdhejê ku xesar lê çêbûye hat valakirin.   Erdehejên ku navenda wê navçeyên Bazarcix û Elbistan yên Mereşê bûn çêbûn, li ser 10 bajaran tesîr kir. Erdhejê li ser bajarê Amedê jî bandorek neyînî kir. Avahiya rektoriya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê ji ber xesara lê çêbûye hat valakirin. Piştî erdhejê li avahiyê kontrol hat kirin û hat dîtin ku xesar çêbûye. Ji ber tedbîrê avahî hat valakirin. Rêveberiya zanîngehê derbasî navenda xwendekaran a di nava zanîngehê de ye bû.