Ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariya pêdiviyên lezgîn 2023-02-19 11:36:30   ÊLIH - Platforma Jinan a Êlihê da zanîn ku hêjta li herêmên erdhejê pêdivî bi bincil, ped, krem, mama û pedên zarokan hene û banga alîkariyê kir.    Platforma Jinan a Êlihê bi mebesta piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re bênavber alîkariyan kom dike. Platformê, alîkariyên ku ji alavên weke bincil, pedên jinan, macûnê diranan, firçeyê diranan, şampuan û hwd. pêk dihatin, ji Semsûrê re şand. Endamên platformê banga alîkariyê kirin.    PÊDIVIYÊN JI BO JINAN    Ji aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Rûken Zeryam Işik diyar kir ku bi roja ye ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên lezgîn ên jinan dixebitin û ev tişt anî ziman: “Me alîkariyên berhev kirîn li wesayîtê siwar kirin û birin herêmên erdhejê. Alîkariyên me, ji hêla Navenda Koordînasyona Krîzê ve tên belavkirin. Lê belê pêdiviyên lezgîn hene. Lewma divê alîkarî domdar bin. Me jî ji bo vê lez da xebatên xwe. Em dîsa bang li xelkê bajar dikin ku bêhtir bibin alîkar. Yên ku dixwazin alîkariyê bidin jinên li herêmên erdhejê, dikarin xwe bigihînin HDP’a Êlihê û Sendîkaya Petrol Îş’ê. Xelkê bajar alîkariyeke mezin dide lê divê ji bo pêdiviyên lezgîn tavilê gav bên avêtin. Li gel pêdiviyên lezgîn ên jinan, pêdiviyên zarokan jî hene. Banga me ji bo alîkariya mama, pateyên zarokan, şîr, cil û berg û pêlîstokan e.”