‘Li rexekî ji ber pêlîstokên zarokan keyfxweşî hebû û li rexa din pirsa kefenan dihat kirin’ 2023-02-19 13:10:46   AMED - Xwendekara fakûlteya hiqûqê Meltem Îlayda Eroglû ku ji bo piştevaniyê çûbû Semsûrê, wiha got: “Dema em li depoyê dixebitiyan, di poşetekî de ji bo zarokan pêlîstok hatibûn. Em jî keyfxweş bûbûn. Lê di heman kêliyan de li rexa din li ser telefonê pirsa 'ew kefen li ku man’ dihat kirin. Me her hest di heman kêliyê de dijiya.”    Xwendekara fakûlteya hiqûqê Meltem Îlayda Erogalû ji Semsûrê ye. Eroglû got ku piştî agahî ji wê re hat ku rewşa malbata wê baş e, ji bo piştevaniyê ji Enqereyê ber bi Semsûrê ve ketiye rê. Eroglû, tiştên di hefteyekê de li wir jiyayîn bi ajansa me re parve kir.    BI DERFETÊN XWE MÎNÎBÛSEK KIRÊ KIRIN   Eroglû, da zanîn ku dewletê alîkarî asteng dikir û wiha got: “Me jî alîkariya xurek, cil, betaniye û alavên hîjyenê kom kirin û 3 roj piştre ketin rê. Me bi derfetên xwe mînîbûsek kirê kir û çûn Navenda Koordînasyona Krîzê ya li Bazarcixê ku niha qeyûm lê hatiye tayînkirin. Li ser hewcehiyê, em derbasî Cemxaneya Taxa Nû ya Semsûrê bûn. Bijîşkên girêdayî odeyên bijîşkan beşekê cemxaneyê weke qada demkî ya mudaxaleyê veqetandibûn. Li wir xebateke bi lez û bez a sîstematîk hebû. Nûnerê her beşê hebû û me hewl dida pirsgirêkan çareser bikin. Ji Êlihê heta Amed, Enqere û Stenbolê, gelek kes ji bo piştevaniyê hatibûn. Hemû kes xemgîn bû lê çalak bûn.”    ‘ME KÊLIYÊN TRAJÎK JIYAN’   Eroglû, axaftina xwe wiha qedand: “Gelek mexdûrên erdhejê digotin; ‘xwezî ez jî di bin kavilan de mabûma lê neketibûma vî halî.’ Me gelek kêliyên trajîk jiyan. Her wiha piştevaniyeke mezin hebû ku rê nedida bêhêviyê. Dema em li depoyê, poşetekê pêlîstokan hatibû û em keyfxweş bûbûn. Di heman kêliyê de kesekê li ser telefonê pirsa ‘gelo kefen li ku man’ dikir. Gelek hestên dijî hev me di heman kêliyê de dijiyan. Divê piştevanî heta demekî dirêj bidome. Lewma banga min ji bo her kesî ew e ku piştevaniya gelê herêmê bikin. Ji bo em bikarin xaka xwe dîsa ava bikin, hewcehî bi piştevaniyê heye. Em naxwazin xelk neçar bimîne ku xaka xwe biterikîne.”