Ji Êlihê bi sedan dilxwaz li herêmên erdhejê dixebitin 2023-02-19 15:57:21   ÊLIH - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê piştgiriya bi sedan mexdûrên erdhejê yên hatin bajêr kir, bi sedan dilxwaz jî li herêma erdhejê dexibitin.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê têkildarî xebatên derbarê mexdûrên erdhejê tên meşandin de li ber Sendîkaya Petrol Îş’ê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku pêkhateyên platformê tev li bû de pankarta “Hevgirtin delaliya bindestan e” hate vekirin. Berdevka platformê Denîz Topkan ê di daxuyaniyê de axivî , di erdeheja Mereşê de piştevaniya civakî ya herî mezin a welat e û da zanîn ku ji roja ewil ve hemû beşên civakê li qadê bi her awayî xebat meşandin.    Topkan, destnîşan kir ku şûna xebatên sazî, dezgeh û welatiyên dilxwaz ên li herêmên erdhejê birîna gel derman dikin bên astengkirin divê bên belavkirin û hesankirin û wiha got: “Em bang li desthilata siyasî dikin ku xwe ji gavên ku seferbariya civakî ya derketî holê û hesta hevgirtinê ya derketiye holê asteng bike dûr bixin û xebatên dilxwazên li herêmê hêsantir bikin.”   900 KESAN SERÎ LI NEXWEŞXANEYAN DA   Topkan, bi lêv kir ku bi koordînasyona ji bo mexdûrên erdhejê yên ji herêma erdhejê tên bajêr ava kir, hewl dan ji wan re bibin alîkar û wiha berdewam kir: “Me pakêtên ku ji stargeh, xwarin, cil, pêlav, pakêtên paqijiyê, madeyên paqijiyê, pêlîstok û kelûpelên malê pêk tên ên ji bo zarokan radestî malbatên xwe kirin. Heta niha me tespît kir ku 900 kesan serî li nexweşxaneyên taybet û cemaweriyê dane û hêj jî 43 kes tedawiyê dibînin. Ji bilî vê bi sedan malbatên xwe gihandin me hene. Me paketên ku amadekirin gihandin van malbatan û hêj daxwazên ku tên ji aliyên komîsyonên me ve tên tespîtkirin û tên şandin. Ji roja ewil ve bi sedan endamên me yên dilxwaz bi dilsoziyeke mezin dixebitin û hewl didin di vê êşê de bibin yek. Em careke din spasiya xwe pêşkeşî hemû hevalên deriyên malên xwe vekirine, alîkarî kirine, paketên li sendîkaya Petrol Îş’ê amade kirine û bi wesayîtên xwe peywîr girtine ser xwe dikin.”   'EM Ê VÊ PÊVAJOYÊ BI HEVGIRTINÊ BI SER BIXÎNIN'   Topkan, destnîşan kir ku ji ber bergiriyên nehatin girtin, avadaniya qeçax û bêkontrol hwd. bandora erdhejê evqas weranker bû û got: “Pêvajoya rehabîlîtasyon û avakirinê wê dem dirêj bibe. Ji ber vê yekê, ji bo hesasiyeta civakî ya di rojên destpêkê yên erdhejê de rû da kêm nebe, aşkere ye ku plansaziya navîn û demdirêj divê. Weke Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê, em ê pêvajoya bê bi hişmendiya berpirsyariya xwe bidomînin. Em dixwazin ji niha ve spasîya her kesê ku dixwazin tevkarîyê li vê yekîtîyê bikin ku em dê li Sendîkaya Petrol Îş’ê berdewam bikin. Em li bendê ne ku tevkariyên hevrêyên me yên ji Êlihê bi kinc, xwarin, pakêtên paqijiyê û eşyayên malan ên malbatên hatine bicihkirin re bi cih bînin û em bang li her kesî dikin ku bi baweriya xwe ya ku em ê vê pêvajoyê bi hevgirtinê bi ser bixînin, hevgiriyê bidomînin.”