Ev 14 roj in dû ji kavilên Wêranşarê derdikeve: Mîna miriyekî li ser pêya me 2023-02-19 16:07:36   MELETÎ - Ji navçeya Wêranşarê hêj jî dû bilind dibe. Welatiyê bi navê Alî Karakuş ku di erdheja Wêranşarê de kurê wî jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku hevjîna wî nekariye êşa kurê xwe ragire û wê jî jiyana xwe ji dest daye. Karakuş, êşa xwe wiha tîne ziman: “Ez, mîna miriyekî li ser pêya me.”   Di encama erdheja Mereşê de hilweşîneke mezin li Meletiyê çêbû. Kavilên li bajar hêj mîna roja ewil li şûna xwe ne. Cendirmeyên ku ji bajarên cuda anîn herêmê, li ser kavilan disekinin. Xelkê bajar dibêje ku gelemperiya kesên di bin kavilan de hatine derxistin û xebatên rakirina kavilan hatine destpêkirin. Li navenda Meletiyê herî kêm hezar û 500 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelemperiya avahiyên navçe û gundan jî hilweşiyan.    RONAHIYÊN AVAJIYÊN VALA VÊKETÎ NE   Di roja ewil a erdhejê de berfreke zêde dibariya û hêj niha jî li gelek deverên bajar berf li erdê ye. Gundên bajar jî hêj bi temamî di bin berfê de ne. Hema hema tu kes li navenda bajar nema ye. Her çende ku di hinek avahiyên saxlem de çendek ronahî vêketî bin jî, em piştre hîn bûn ku kesek di van avahiyan de namînin. Li bajar pêleke mezin a koçberiyê dest pê kiriye. Şêniyên bajar gelemperî yan diçin gundan yan jî diçin bajarên derdorê.    Beşekî welatiyên ku deverekê lê biçinê tune di konan de û beşa din jî li benda konan sekinî ne. Heta niha jî gelek kesên li navend û gundan kon peyda nekirine.    JI KAMYONA KAVILAN CENAZEYEK KETE XWARÊ   Yek ji navçeyên Meletiyê yê herî zêde ji erdhejê bandor bûyî, Wêranşar e. Mîna navendê, li Wêranşarê jî koçberiyeke mezin heye. Hema hema li her kolanê herî kêm 2 avahî hilweşiya ne. Hinek avahî jî bi zor û zehmet xwe li ser pêyan digirin. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê bi dawî bûne û niha jî xebatên rakirina kavilan hatine destpêkirin. Hat zanîn ku cenazeyê welatiyekî nasnameya wî nehatiye tespîtkirin, ji kamyoneku ku kavil vediguhest derveyî bajar ketiye xwarê. Hejmara kesên li navenda navçeyê jiyana xwe ji dest dayîn, weke 159 kes hatiye ragihandin lê nayê zanîn bê ka di nava kavilan de çi cenazeyên din hene yan na.    EV 14 ROJ IN DÛ JINAVÇEYÊ BILIND DIBE   Li navenda navçeyê bêhneke giran a şewatê tê. Tê gotin ku sedema vê bêhnê, şewatên di di avahiyên piştî erdhejê şewitîne ne. Li gel şewatên di gelek avahiyan de derketîn, her wiha di depoyeke êmê sewalan ku hilweşiyaye de jî şewat derket û bû 14 roj hêj nehatiye vemirandin. Tevî mudaxaleya tîmên agirkujiyê jî hêj ji kavilan dû bilind dibe.    ERDHEJA DUYEMÎN NAVÇE WÊRANE KIR   Ji şêniyên navçeyê Halîl Konuk da zanîn ku di erdheja ewil de avahî derizîbûn lê xesareke mezin çênebûbû. Konuk, wiha domand: “Erdheja di 13.24'ê de ev der wêrane kir. Pişta vê derê êm, dikana ard bû. Ji roja hilweşiyayî heta niha dişewite. Heta astekê mudaxale kirin. Lê nedikariyan tam mudaxale bikin.”    DAYIKA WÎ NEKARÎ XWE LI BER ÊŞA WÎ BIGIRE   Welatiyê bi navê Alî Karakuş jî di erdhejê de kurê xwe Mahmût winda kir. Piştî ku cenazeyê kurê xwe veşartî, îcar hevjîna wî Gullu’yê jiyana xwe ji dest da. Karakuş, êşa xwe bi gotina “Ez mîna miriyekî sax im” tîne ziman. Karakaş, serpêhatiya xwe wiha vedibêje: “Me 3 roj piştre cenazeyê kurê min derxist. Dayika wî nekarî xwe li ber vê êşê bigire û jiyana xwe ji dest da. Ez jî mîna miriyekî sax im. Ji xwe re li kolanan digerim. 3 zarokên wî hene, hevjîna wî heye. Tevek jî li holê man. Em şaş bûna, nizanin dê çi bikin. Gullu şevekê raza, ji ber xwe ve got ‘kurê min, kurê min, Mahmût, Mahmût’ û jiyana xwe ji dest da. Karî tenê şevekê xwe li ber vê êşê bigire.”   Karakuş, da zanîn ku li gundê Findikê dimîne û li gel ku daxwaza kon kiriye jî heta niha konek jê re nehatiye şandin.    LI GUNDÊ POLATÊ 4 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN   Yek ji gundên Wêranşarê yên herî zêde hilweşiyayî jî gundê Polat e. Hema hema nîviya avahiyên gund hilweşiyane. Di erdhejê de ji gund 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Şêniyên gund dibêjin ku gelemperiya avahiyan di erdheja duyemîn de hilweşiyan. Çendek şênî di konên bi derfetên xwe vedayîn de û hinek jî di konên AFAD’ê de dimînin.    MA / Ahmet Kanbal