Deriyên xaniyên gundê xwe ji mexdûrên erdhejê re vekirine 2023-02-19 18:24:06   MEREŞ - Gundê Sokû Mîlyanliyê ku bandor ji erdhejê negirtiye, deriyên xanî û depoyên xwe ji mexdûrên erdhejê re vekiriye.    Em geşedanên li gundên Bazarcixa Mereşê radigihînin. Li gundê Mûsolarê ku 216 xanî lê ne û mesrika wê Îlyaslarê gelek avahî hilweşiyane û gelek jê jî xesar dîtine, lê li gundê Sokû Milyanliyê yê li ser rêya Mûsolarê ye hema bibêje xaniyek jî xesar nedîtiye. Gava em ji navenda Bazarcixê bi rê ketine, em ewilî çûn mezrika Îlyaslarê. Li gund tenê 15 malbat hene. Gundiyan ragihand ku li gund kesî jiyana xwe ji dest nedaye.    Mehmet Keldeş ku hevrêtiya me kir, xaniyek rê me dan. Keldeş diyar kir ku xwediyê xanî Salman Sînecan di dema erdhejê de li Bazarcixê bûye û di bin kavilan de maye û jiyana xwe ji dest daye. Keldeş bilêv kir ku li mezrikê 3 xanî hilweşiyane, lê kes di wan xaniyan de tune bûye.    Keldeş da zanîn ku li gund tespîtkirina xesarê hatiye kirin û got ku li gund tenê extiyar dimînin û zarokên wan li Ewropayê ne.    LI MÛSOLARÊ GELEK XANÎ HILWEŞIYANE   Piştî mezrika Îlyaslarê em çûn gundê Mûsolarê. Li Mûsolarê ku 216 malbat lê ne, gelek xanî hilweşiyane, lê tenê kesekî jiyana xwe ji dest daye. Şêniyê gund Îmam Sûngûrê 80 salî, bilêv kir ku wî heya niah tiştekî wiha nedîtiye û got: "Her hefte deng dihat. Nîviyê gund vala bû. Her wiha gelek avahiyên hilweşiyayî vala bûn. Lê yên mirov tê de bûn jî, mirov bi derfetên xwe ji bin kavilan derketin. Lê Îmam Yetîşçiyê 71 salî jiyana xwe ji dest da. Sûngûr diyar kir ku ew û hevjîna xwe jî di bin kavilan de mane û got ku ew roj qet ji bîra wî naçe.    SOKÛ MÎLYANLI   Paşê em çûn gundê Sokû Mîlyanliyê. Li gundê Sokû Mîlyanliyê 150 malbat hene. Hema bibêje di erdhejê de xaniyek jî xesar nedîtiye. Gava me ji Mehmet Sari pirsî "Wekî ku li gundê we erdhejê çênebûbe" got: "Li gundê me xanî xesar nedîtin, lê gundên derdorê gelek xesar dîtine." Gava Sari pê hesiya em nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê ne û ji Amedê hatine, got: "Werin ez çay-qehweyekê îkramî we bikim." Lê gava me got eceleya me heye, de rbarê gund de çend agahî ragihandin. Sari behsa xaniyê tê de kir û got: "Carinan em dihejin û dertên derve. Lê tiştekî ku em bikin tune ye. Ji bo xaniyê me gotin 'saxlem' e. Lewma em di xaniyê xwe de dimînin. Kon ji me re anîn, lê me got pêdiviya me bi konan tune ye, ku der hilweşiyabe bibin wir. Li gundê me xaniyên hilweşiyayî tune ne, lê em rabin rakin konan dê kesên xaniyên wan hilweşiyayî henekên xwe bi me bikin."   DERIYÊN XWE VEKIRINE JI BO MERXDÛRÊN ERDHEJÊ   Sari da zanîn ku ji ber ku li gundê wan xaniyên hilweşiyayî û xesardîtî tune ne, gelek kesên li Dîlok û Bazarcixê xaniyên wan hilweşiyane hatine gundên wan û wan jî deriyên depo û xaniyên xwe ji wan re vekirine. Sari got: "Gundê me saxlem e. Lewma mirov ji Dîlok, Bazarcix û gundên derdorê tên. Xaniyên vala tije bûn, axur tije bûn. Me hin odeyên xwe jî dane wan. Ji ber ku gund saxlem e, kesên xaniyên wan hilweşiyayî tên. Em bi hev re dimînin. Di demên wisa de piştevanî divê."    MA / Abdurrahman Gok - Azad Altay