‘Desthilat bi perwerdehiya online dixwaze pêşî li ber bertekan bigire' 2023-02-20 09:00:43   WAN - Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay bertek nîşanî biryara desthilatê ya ji bo perwerdehiya online da û got ku desthilat bi vê dixwaze pêşî li ber bertekan bigire.    Piştî erdhejên Mereşê Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan daxuyand ku dê li zanîngehan perwerdehiya online bê dayîn. Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay berrek nîşanî vê biryarê da û got ku desthilat ji ber ku ji hêza rêxistinkirî ditirse ev biryar girtiye.    ÎHMALKARIYA SEDSALÊ   Atabay bilêv kir ku sedema ev qas mirin û rûxandinê îhmalkarî ye û erdheja ku desthilatê ew wekî "karesata sedsalê" bi nav kiriye, wekî "îhmalka sedsalê" nirxand. Atabay destnîşan kir ku dewlet dereng mudaxileyî herêma erdhejê kiriye û got ku dewlet di bin kavilan de maye.    ‘DESTHILAT JI HÊZA RÊXISTINKIRÎ DITIRSE'   Atabay bilêv kir ku du hêlên biryara ji bo perwredehiya online hene û got: "Yek, ji ber ku tu tevdîreke desthilatê ji bo karesatê û piştî karesatê tune ye. Lê ya girîng jî dixwaze naveroka zanîngehan pûç bike. Bi rektorên ku tayîn kirine, bi îxrackrina hîndekaran, dixwaze navenda fikra azad zanîngehan pûç bike û pêşî li ber fikira azad bigire. Ev tişt bi zanebûnî tên kirin. Ji lew re zanîngeh, cihên herî zêde çalakî û portetso lê tên kirin û qadeke ku dikare desthilat û dewletê teşhîr bike. Ji ber ku desthilat ji hêza rêxistinkirî ditirse, ewilî biryara perwerdehiya onlîne girt. Em li dijî girtina zanîngehan e."