‘Piştevaniya Amedê pratîka civaka exlaqî û polîtîk e' 2023-02-20 09:03:02   AMED - Li Amedê û bajarên derdorê xwediyên kafeyan ku ji roja ewil a erdhejê ve di nava piştevaniyê de ne, diyar kirin ku ev divêtiyeke civaka rêxistinkirî ye û gotin ku divê ew mirovên xwe li konebajaran ji însafa hin kesan re nehêlin.    Rêxistinên civaka, hêzên demokrasiyê û esnaf piştî erdhejên Mereşê beriya saziyên fermî tevgeriyan. Li semta Dîclekentê ya navçeya Peyas a Amedê bi dehan xwediyên kafeyan platformeke piştevaniyê avakirin û di bin banê vê platformê de lazmatiyên mexdûrên erdhejê peyde dikin. Xwediyên kafeyan destnîşan kirin ku divê ew mirovên xwe li konebajaran ji însafa hin kesan re nehêlin.    PIŞTEVANÎ   Xwediyê kafeyê Ramîz Ertaş diyar kir ku platforma ku di nava xwe de ava kirine xwe disipêre 4-5 salan û got: "Em komeke biçûk in. Bi piranî hevkariya me li ser esasên kar bû. Em tim dihatin cem hev û me bi awayekî rêxistinkirî pirsgirêkên xwe nîqaş dikirin. Lê bi erdhejê re ev ruhê piştevaniyê berbelavtir bû û niha hejmar li dor 35-40'î ye. Hemû kafe daxilî vê pêvajoyê bûn. Ji roja ewil em bi vê refleksa mirovî tevgeriyan."    Ertaş anî ziman ku ji roja ewil a erdhejê ve tevgeriyane û zûzûka dikanên xwe vekirine û nehiştine mirov di sermayê de bimînin. Ertaş anî ziman ku ji xeynî cihê mayinê, hewl dane bibin hevparê êşa gel jî û wiha domand: "Ji roja ewil ve me malbatên li derve anîn kargehên xwe. Ji ber ku kargeh yekqatî ne ewle ne. Helbet di pêvajoyeke wiha de me yê gelê xwe bi tenê nehiştana."    Bi domdarî Ertaş da zanin ku ji roja ewil ve bi derfetên xwe rojê ji bo 200-300 kesî xwarin çêkirine. Ertaş bilêv kir ku piştî çend rojan welatiyên ku avahiyên wan xesar nedîtine çûne malên xwe û bi rêya navenda koordînasyonê re alîkarî gihandine malbatên din.    CIVAKA EXLAQÎ Û POLÎTÎK   Xwediyê kafeyê Tûfan Yildirim jî anî ziman ku kafeyan 200-300 kes hewandine û got ku ji xeynî vê alîkariya kesên li mizgeft, dibistanan û yên li bajarên din jî kirine. Yildirim piştevanî wekî "Reflekseke rêzitinbûyînê" pênase kir û ev tişt anî ziman: "Pratîka civaka exlaqî ye. Bêyî tu li benda dewletê û siyasetmedaran bisekinî, piştî karesatan tu polîtîkayekê çêdikî û hewl didî pirgsirêka çareser bikî. Bêyî em li benda tiştekî bisekinin, me hewl da em xwe bi xwe birînên xwe bicebirînin. Amed di vî warî de berbiçavtir e. Ji ber ku gel polîtîk e, di dema karesatan de refleksên rêxistinbûyînê dide der. Amed di vî warî de mînak e. A rast me şi vir dît ku bê civaka exlaqî û polîtîk çiqas girîng e."    Yildirim destnîşan kir ku dê vê piştevaniyê bidomînin.   MA / Eylem Akdag - Rûken Polat