Encu: Desthilat ketiye etra xelaskirina îtibara xwe ya di bin kavilan de 2023-02-20 10:09:03   STENBOL - Hevserokê HDP'a Stenbolê Ferhat Encu diyar kir ku gel ji roja ewil ve ji bo mexdûrên erdhejê seferber bûye û got: "Me ji bertek û hêrsa gel fêm kir ku dewlet û desthilat di bin wan kavilan de man."    Gel ji bo birînên mexdûrên erdhejên Mereşê bicebirîne ji heft saliyan heta heftê saliyan sefer bû. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê jî, di roja ewil a erdhejê de Navenda Koordînasyona Krîzê ya Herêma Marmarayê ava kir û ket nava hewldanan. Di çarçoveya xebatan de tevî 250 dilxwazan 50 TIR alîkarî hat şandin û ji bo 150 malbatên ku koçî Stenbolê kirin jî cihê mayinê hat peydekirin.    Hevserokê HDP'a Stenbolê Ferhat Encu, piştevaniya ji bo erdhejê nirxand.    PIŞTEVANÎ Û RÊXISTINBÛYÎN   Encu diyar kir ku ji kêliya ku erdhej çêbûye Navenda Giştî ya HDP'ê pêşî komîsyonên rêxistinbûyînê ava kiriye û paşê ew veguherandiye koordînasyonên krîza erdhejê û got ku bi van koordînasyonan re tevgeriyene. Encu destnîşan kir ku di vê karesata mezin de bi xebatan piştevaniyeke mezin bi rêxistin kirine.    Encu bilêv kir ku berpirsê vê rewşa derketiye holê desthilat e û got ku wan ji hêrs û berteka gel fêm kiriye ku dewlet û desthilat di bin kavilan de mane.    JI STENBOLÊ 250 TIR   Encu têkildarî xebatên koordînasyona krîzê de jî ev tişt ragihandin: "Roja ewil me lîsteya pêdiviyên bingehîn amade kir. Ewilî me lîsteya kon, zexîre, betanî, av, mont, pêlav û sobeyan çêkir. Paşê me ev lîste bi raya giştî re parve kir. Gelê me jî di dest de çi hebû anîn avahiyên navçeyê. Tevî hemû astengiyan jî me ji Herêma Marmarayê 50 TIR alîkarî û 250 hevalên dilxwaz şandin Dîlok, Semsûr, Hatay û Mereşê. Me li Stenbolê koordînasyoneke mezin çêkir û ji bo pêdiviyên gelê xwe seferberiyek da destpêkirin.    ALÎKARÎ JI BO 150 MALBATAN   Her wiha me serdana 150 malbatên ji herêma erdhejê hatin Stenbolê kir. Ji xeynî cihê mayinê me pêdiviyên wan peyde kirin." Encu destnîşan kir ku dê alîkarî û piştevaniya wan bidome.    ATOLYEYA ÇÊKIRINA KONAN   Encu ragihand ne dewlet ne jî desthilat pirsgirêka konan çareser nekiriye û got ku ji ber vê wan atolyeya çêkirina konan ava kiriye. Encu wiha domand: "Ji bo peydekirina pêdiviyên gelê li herêma erdhejê, me ji bo demeke kurt atolyeyek ava kir û em niha li wê atolyeyê konan çêdikin. Gelek sîparîş hatin dayîn û ew sîparîş tên."    DEWLET Û SAZIYÊN WÊ   Encu destnîşan kir ku dewlet tevî hemû saziyên xwe bi bin ketiye û got: "Ger ne ji saziyên sivîl û piştevaniyê bûna em ê bi karesateke hîn mezintir re rû bi rû bimana. Saziyên dewletê piştî roja pêncan çûn hin herêman û hê jî neçûne hin deveran. Lewma ji bo jiholêrakirina vê mexdûriyetê gel piştevaniyeke mezin birêxistin kir û ji bo cebirandina birînan û peydekirina pêdiviyan têkoşiya."    FERASETA QEYÛM   Encu tayinkirina qeyûm a ji bo Navenda Koordînasyona Krîzê ya li Bazarcixa Mereşê jî bibîr xist û got ku careke din bi tayinkirina qeyûm zirar dan aştiya civakî.    Encu kampanyaya ku di weşana zindî de hatiye kirin jî bibîr xist û got: "Madem ev qas pereyên we hebûn, çima we ew nexistin dewrê û lazmatiyên gel peyde nekirin? Desthilat bi awayekî populîst xwe da ber bazarê. Bi lsîtikên wiha di ekranên televîzyonan de mirov kom kirin. Lê dê nikaribe wê îtibara xwe ya di bin kavilan de xelas bike."    BANGAWAZÎ   Encu ji bo piştevaniyê bang li her kesî kir û got: "Em careke din bang dikin ku ji bo peydekirina lazmatiyan divê alîkarî bidome."    MA / Esra Solîn Dal