Li Narliyê gel di ferqa her tiştî de ye: Alîkariya ewil ji HADEP’ê hat! 2023-02-20 10:45:00   MEREŞ - Her çiqas ji piştgiriya ji aliyê dilxwazan ve dihate kirin re qeyûm hatibe tayîn kirin û girêdayî AFAD’ê hatibe kirin jî weke ku li bajarokê Narliyê hemû mexdûrên erdhejê di ferqê de ne ku tora piştevaniyê ji aliyê HDP’a ku weke HADEP’ê penase dikin ve tê hûnandin.    Di erdhejên ku navenda wê Mereşê çêbûn de heta niha 40 hezaran zêdetir mirovan jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran kes jî birîndar bûn. Li Mereşa ku hêj alîkarî baş negihiştiye gund û bajarokan, gel bi piştgiriya ji rêxistinên sivîl ên civakî, partiyên siyasî, sendîka û ji dilxwazan tê birînên xwe derman dike. Her çiqas ji piştgiriya ji aliyê dilxwazan ve dihate kirin re qeyûm hatibe tayîn kirin û girêdayî AFAD’ê hatibe kirin jî mexdûrên erdhejê di ferqê de ne ku alîkarî ji ku tên. Mexdûrên erdhejê yên li bajaroka Narliyê ku di erdhejê de 21 kesan lê jiyana xwe ji dest dan bi zanebûna ku tora piştevaniyê ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku weke HADEP penase dikin û saziyên sivîl ên civakî ve tê hûnandin, birînên xwe derman dikin.    Li Narliya ku 15 hezaran zêdetir nifûsa wê heye gel piştî erdhejê nikare bikeve xaniyên xwe û li konên ku ji aliyê koordinasyona Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û AFAD’ê ve hatine danîn dijîn. HDP bi tora piştevaniyê ya hûnandî alîkariyan digihîne mexdûrên erdhejê.    ‘ALÎKARIYA EWIL JI HADEP’Ê HAT’   Gel ê ku li Narli û gundên wê em pê re axivîn, diyar kirin ku alîkariya ewil ji Enqereyê ji aliyê HDP’a ku weke HADEP penase dikin ve hatine şandin û anîn ziman ku alîkariya qeymeqamtiyê piştî 4 rojan hatiye.    DI ROMORKA TRAKTORÊ DE KON VEDAN   Li bajaroka ku dereceya germe ketiye bin sifirê de, sobeyên ku dilxwaz û welatî ji bo gerim bibin vêdixin li ser bajêr mijê diafirînin. Tevî ku di ser erdhejê re 14 roj derbas bûne jî, yek ji detayên balkêş ên li bajêr ew e ku welatî tevî hewayê sar jî di romorka traktorê ku bi brandayan girtiye de dimînin.  Gelek welatî jî neçar in di wesayîtên xwe de raz in.    LEŞKER DI DORA XWARINÊ DE NE   Li dijî sarmaya bi avabûna rojê re dest pê dike gel agir pê dixe û dibe demê xwarinê. Aşvanên ku ji aliyê Şaredariya Silopiyayê ya HDP’î ya gihişte bajêr ve hatin şandin ji bo sibê amadekariyan dikin. Li aliyê din di nava rojê de xwarin û kûmanya ji aliyê dilxwazan ve tên bêlavkirin û balkêşe ku di dora xwarinê de leşker jî hene.    SOHBETA LI BER AGIR   Dema agir pêdikeve, li ber agir sohbetên çayê dest pê dikin. Welatî di saetên êvarî de ji bo xwe ji sarmayê biparêzin hewl didin xwe li ber agir gerim bikin. Dîsa welatiyên li ber agir têkildarî mijarên zayendiya civakî û gelek mijarên din de nîqaşan dikin.    MA / Dilgeş Rûvanas