Li Îzmîrê dê 8 dibistanên xetere bên tehliyekirin 2023-02-20 11:05:32   ÎZMÎR - Waliyê Îzmîrê Yavûz Selîm Koşger da zanîn ku dê 8 dibistanên xetereya hilweşînê li ser heye bên tehliyekirin.    Piştî erdheja Mereşê ku bandoreke giran li ser 10 bajaran kir, li bajarên xetereya erdhejê li ser heye dibistanên birîsk tên tehliyekirin. Di vê çarçoveyê de li Îzmîrê 8 dibistan dê bên tehliyekirin.    Waliyê Îzmîrê Yavûz Selîm Koşger li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ragihand ku beriya erdheja di 2020’an a Îzmîrê de li 83 dibistanan xebatên nûkirinê hatibûn destpêkirin û piştî erdhejê di 30 dibistanan de tespîta xesarê hatibû kirin û hatibûn tehliyekirin. Koşger, diyar kir ku zanîngehan li 15 dibistanên din jî lêkolîn kirin û biryara hilweşandinê hatibû dayîn. Koşker da zanîn ku di encama lêkolînên Zanîngeha Pamukkalayê de derketiye holê ku rîska hilweşînê li ser 8 dibistanan heye û wan jî li ser vê yekê biryar dan ku van dibistanan tehliye bikin.