Li Rihayê ji ber gaza xwezayî teqîn çêbû: Gelek kes birîndar bûn 2023-02-20 11:49:32   RIHA - Li Rihayê di kargehekê de ji ber gaza xwezayî teqîn çêbû û gelek kes birîndar bûn.    Li kargeheke di jêrzemîna avahiyekî li navçeya navendî ya Halîliye ya Rihayê de ji ber gaza xwezayî teqîn çêbû. Teqînê bandoreke mezin li derdorê kir û gelek kes birîndar bûn.    Komên tenduristî û agirkujiyê li cihê bûyerê hatin veguhestin.