‘Cara ewil HDP’iyan bi hawara gundê me hatin’ 2023-02-20 16:14:33   DÎLOK - Yek ji şêniyên gundê Hîsarê da zanîn ku tevî dîwarên mala wî qelişîne jî rapora “Nîvxesar” hatiye dayîn û wiha got: “Ji ewil HDP’î bi hawara me hatin ku her tim weke kesên ‘terorîst’ bi me dabûn naskirin.”    Li gundên navçeya Nûrdagi ya Dîlokê ji sedî 80’î avahiyan hilweşiyan. Kavilên avahiyan, hêj mîna roja ewil li cihê xwe disekinin. Nifûsa gundê Hîsarê 350 e û di erdhejê de 25 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Ji sedî 90’î avahiyên gund xesareke mezin gihiştê. Her wiha 40 avahî hilweşiyan û 50 avahiyên li rex wan jî nema dikare kesek tê de bijî.     BIRAZIYÊ XWE WINDA KIR   Piştî erdhejê, şêniyên gund li gorî derfetên xwe hewl dan jiyana xwe bidomînin. Ji şêniyên gund Veysî Çîrçîr ku biraziyê wî di erdhejê de jiyana xwe ji dest da wiha dibêje: “Em pir xemgîn in. 4 zarokên biraziyê min sêwî man. Piştî erdhejê tenê 10 malên ku mirov bikare tê de bijî man. Yên din jî yan herifîn an jî xesar tê de çêbû.”    ‘EM 5 ROJAN LI DERVE RAZAN’   Çîrçîr, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Dema erdhej çêbûyî, deriyê mala me hate girtin. Min xwe ji pacê avêt. Min tavilê derî şikand û zarokên xwe ji malê derxistin. Min ew derbasî qadeke vala ya gund kirin. Piştre jî ez û zarokên xwe 5 rojan li derve man. Ez 5 rojan li ser paletê razam. Ez tenê nebûm. Zarok jî li cem min hebûn. Pir berf dibariya û zarok pir dicemidîn. Lê tiştek ji destê me nedihat.”   JI BO MALA HERIFÎ RAPORA ‘NÎVXESAR’ HAT DAYÎN   Di berdewamê de Çîrçîr got ku 5 rojan kon bo wan nehatin şandin û wiha pê de çû: “Hêj niha jî em pirsgirêka av û ceyranê dijîn. Piştre kon hatin dayîn lê ji ber sermayê hewa ma nayê. Li hêla din tîmên tespîtkirina xesarê hatin û ji bo mala min rapora ‘nîvxesar’ dan. Piştî vê ez bi gelek kesan re axivîm û tevan jî berevajî vê gotin. Tîmên herî dawî hatin jî gotin; ‘êdî kesek nikare di vê malê de bij.’ Ji ber ku çep û rastên wê qelişî ne. Niha jî ji ber erdhejokan cihên qelişîn hildiweşin. Lewma zarok ditirsin bikevin avahî. Ji ber ku ev mala dê bi ser me de biherife. Tevî vê yekê jî tîmên tespîtkirina xesarê gotin; ‘dikare li vê malê bê rûniştin.’”   HDP XERAB HATIYE NÎŞANDAN   Çîrçîr, daxuyand ku ji ewil HDP’ê alîkarî ji bo gundê wan biriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji roja ewil heta niha HDP’ê bo me alîkarî anîn. TIR’ên ji Silopiya, Cizîr û Mêrdînê hatin. Piştre jî ji bajarên me yên cuda hatin. Ji ewil HDP’î bi hawara me hatin ku weke ‘terorîst’ nîşanî me dabûn. Kesên rûken, xwîngerm bûn. Sobe, cih û betaniye dan me. Wekî ji me re hatine vegotin nebûn. Ji bo me tu propaganda jî nekirin. Ew kes xerab bi me dayîne naskirin. Xwedî ji tevan jî razî be. Ez yek bi yek spasiya tevan jî dikim.”   MA / Îbrahîm Irmak