Li konebajarê li Islahiyeyê qursa Quranê hat vekirin 2023-02-20 18:04:05   DÎLOK- Li konebajarê Islahiyeyê ji bo zarokên temenê wan di nava 4-6 salan de qursa Quranê hat vekirin.    Nîqaşên ji bo pêşeroja zarokên ku di erdhejê de malbatên wan jiyana xwe ji dest dane didomin, lê miftîtiyên navçeyan li konebajarên AFAD'ê ji bo zarokên temenê wan di navbera 4-6 salan de qursên Quranê vedikin.    Piştî konebajarê li Nûrdaxiya Dîlokê, niha jî li konebajarê navçeya Islahiye ya Dîlokê qursa Quranê hat vekirin.