Li konên AFAD'ê lazmatiyên jinan nayên peydekirin 2023-02-20 19:57:51   MEREŞ - Li Elbistanê jinên ku di konên AFAD'ê de dimînin, diyar kirin ku pêdiviyên me nayên peydakirin û xwestin ku di serî de meseleya germkirin û bi giştî hemû pêdiviyên wan bên peydekirin.    Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li konên AFAD'ê yên li Elbistanê serdana mexdûrên erdhejê kir. Hê jî pêdiviyên welatiyên li konan dimînin nehatine peydekirin. Welatiyên ku di konên di nava heriyê de mane dimînin, pirsgirêkên xwe ji şandeya HDP'ê re gotin.    ‘JI BER KU XWARIN TUNE YE ZAROK RAKETIN'   Li konan jinekê ragihand ku zexîre tune ye û zarokên wê bêyî ku xwarinê bixwin raketin. Jineke extiyar a li heman konê jî got ku şert û mercên tê de ne ne baş in. Jina extiyar ku nexweşîna şekir pê re heye bilêv kir ku şorbe jî bi dest wan nakeve û got ku ji roja ewil a erdhejê heya niha ji ber ku serşok tune ye serê xwe neşûştiye. Mexdûrên erdhejê ragihandin ku alîkariyên ji Koordînasyona Krîzê ya Elbistanê re hatine şandin hatine astengkirin û got ku AFAD û qeymeqamtiyê gotine "Li vir ên erkdar em in."    PÊDIVIYÊN JINAN NEHATIN PEYDEKIRIN   Paşê şandeyê serdana koneke ku jineke ji Sûriyeyê û zarokên xwe tê de dimînin. Jina mexdûra erdhejê diyar kir ku meseleya germkirinê nehatiye helkirin. MExdûreke din jî şimika di lingê xwe d enîşan da û doza pêlavekê kir. Tevahiya jinên mexdûrê erdhejê gotin ku ji roja erdhej çêbûye heya niha pêdiviyên wan ên bingehîn nehatine peydekirin û 10 roj in serê xwe neşûştine.    LI KONÊ AFAD'Ê NIVÎN TUNE YE   Şande piştî serdana konan serdana konên ku AFAD'ê ew danîne kir. Di serdanê de hat dîtin ku li koneke ku malbateke ji sûriyeyê tê de dimîne nivîn tune ye û dilxwazan jî got ku mirovên di konên AFAD û Kizilayê de ji wan nivînan dixwazin.    Şandeya HDP'ê piştî serdanan çûn depoya ku ji aliyê Navenda Koordînasyona Krîzê ve hatiye avakirin û ji bo malbatên li konan qolî amade kirin.    MA / Yusra Batihan - Adnan Bîlen