Ji EMSC'yê hişyariya ji bo tsûnamiyê: Ji peravê dûr bisekinin 2023-02-20 21:54:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Sîsmolojiyê ya Ewropa-Behraspî (EMSC), piştî erdhejên ku li Hatayê çêbûn îşaret bi tsûnamiyê kir û bang kir ku "ji peravê dûr bisekinin."    Erdhejên ku bi pileya 6,4 û 5,8'an li navçeya Samandagi û Defneyê yên Hatayê çêbûn, li gelek bajarên herêmê hatin hîskirin. Piştî erdhejan Navenda Sîsmolojiyê ya Ewropa-Behraspî (EMSC), îşaret bi tsûnamiyê kir. EMSC diyar kir ku dê erhdej bidomin û ji bo Hatayê îşaret bi tsûnamiyê kir. ESMC'ê xwest her kes ji peravê dûr bisekine û wiha bang kir: "Guh li dîrektîfan bikin."