Li Samandagiyê gelek avahî hilweşiyan, malbatek di bin kavilan de ma 2023-02-20 22:13:14   HATAY - Li navenda erdhejê Samandagiya Hatayê, gelek avahî hilweşiyan û hat diyarkirin ku malbatek di bin kavilan de maye.    Li Hatayê ku bandoreke pir mezin ji erdhejên 6'ê Sibatê yên li Mereşê çêbûbûn girtibû, îro du erdhej çêbûn. Li taxên Baglik, Tomûksûyû, Kapisûyû, û Denîzê yên navenda erdhejê Samndagiyê gelek avahî hilweşiyan.    Hat diyarkirin ku li Taxa Tomûksûyê malbatek di bin kavilan de maye. Her wiha li gelek deverên navçeyê jî erd qelişiye.    Tê gotin ku li navçeyê gelek avahî hilweşiyane.    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen - Mujdat Can