Wesayita leşkêrî qulipî: 8 leşker birindar bûn 2023-02-21 10:48:20   ŞIRNEX - Li navçeya Silopiyaya Şirnexê di encama qulipîna wesayîta leşkerî de, 8 leşker birîndar bûn.   Li qereqola sînor a gundê Girgewrê yê navçeya Silopiya ya Şirnexê ku li ser xeta sînorê bakurê Kurdistan û Rojava ye wesayita leşkêrî qulipî. Di encama qulipîna wesayita leşkêrî de 8 leşker birindar bûn. Leşkerên ku birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê.