‘Bila qeysiyên di bin kavilan de TMO bikire’ 2023-02-21 11:39:57   MELETÎ - Cotkarên li gundên Meletiyê bang kirin ku qeysiyên di bin kavilan de bên tespîtkirin û ji aliyê TMO’yê ve bên kirîn.   Li Meletiya ku ji erdhejê xesareke giran dît, xebatên Navenda Koordînasyona Krîzê ya di pêşengtiya HDP’ê de hatiye avakirin didomin. Parlamenterên HDP’ê Erdal Aydemîr û Feleknas Ûca serdana mexdûrên erdhejê kirin û pirsgirêkên wan guhdar kirin.    ‘BAZIRGAN BI BIHAYEKÎ KÊM DIXWAZIN’   Cotkarên li gundê Oren ê girêdayî navçeya Argan a Meletiyê ku Aydemîr ê HDP’î serdana wan kir, diyar kirin ku qeysiyên wan di bin kavilan de mane. Cotkaran, xwest ku qeysiyên di bin kavilan de bên tespîtkirin û ji aliyê Ofîsa Berhemên Çandiniyê (TMO) ve bên kirîn. Cotkaran da zanîn ku piştî erdhejê bazirganan bi bihayekî kêm daxwaza qeysiyan kiriye û wiha gotin: “Em ê çi li vê berhemê bikin? Em nikarin nîv bihayê bifiroşin. Armanca me ew e ku ev qeysî demildest bên tespîtkirin, girtek bên girtin û ji aliyê dewletê ve bê nirxandin.”   ‘DEWLETÊ EM TUNE HESIBANDINE’    Endamên HDP’ê yên pişt re li gundê Şavikli yê girêdayî navçeya Wêranşarê serdana mexdûrên erdhejê kirin hîn bûn ku nîviyê gund koç kirine û niviyê din jî bi rîska koçkirinê re rûbirû ye. Şêniyên gund diyar kirin ku heke çend erdhejokên din çêbin wê hatin û çûna gund nemine û wiha gotin: “Pirsgirêka me ya bingehîn pirsgirêka rêyê ye. Pirsgirêka me ya paqijiyê heye. Weke kesayetî gelek pirsgirêkên me hene. Lê em vir weke civakekê dijîn. Ji ber ji gundê me ji bo HDP’ê gelek deng derketine dewletê em tune hesibandine. Gelek pirsgirêkên me yên kesayetî hene lê divê weke civakî mirov biaxive.”   MA / Ahmet Kanbal