Şêniyên Hasanaliyê: Ji ber ku em kurd û elewî ne, em bi cihêkariyê re rû bi rû man 2023-02-21 11:49:21   MEREŞ - Gundê Hasanaliyê ku 5 rojan rêya wê girtî bûye û şêniyên wê 5 rojan di axurekî de mane, wisa difikirin ku ji ber ku kurd û elewî ne bi cihêkariyê re rû bi rû mane. Welatiyên ku alîkariya wan nehatiye kirin dest ji gund berdan.    Li gundên Elbistana Mereşê hê jî birînên gel nehatine cebirandin. Li gundê Hasanaliyê yê girêdayî navçeyê, bi dehan axur û xanî hilweşiyan. Rêya gund 5 rojan ji ber berfê girtî maye û ji ber ku telefon nedixebitîne pêwendî bi wan re nehatiye danîn. 100 welatî di 5 rojên ewil ên erdhejê de, di axur de bi heywanan re mane. Hê jî, ne kon ne jî zexîre ji gundiyan re nehatine şandin. Welatiyên ku hê jî heywanên wan di axurên xerabûyî de ne, ji ber ku cihekî lê bimînin tune ye koç kirin. Li gund niha tenê 3 kes mane. Kesên li gund mayî gotin ku ger wisa bidome ew ê jî koç bikin.    ‘EM 100 KES DI AXUREKİ DE MAN   Malbata Aksû ku roja erdhejê tevî zarokên xwe li gund sê maye û bi tu awayî nikaribûye pêwendî bi navçeyê re deyne, diyar kir ku dewletê bi tu awayî alîkariya wan nekiriye. Leyla Aksû behsa roja erdhejê kir: "Çi madî çi manewî em bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû man. Kesî alîkariya me nekir. Axurên me hilweşiyan. Heywanên me mirin. Xaniyên me xesar dîtine, em niakrin têkevin hundir. Ez û 3 zarokên xwe em di wê sir û seqemê de 4 rojan li derve man. Em neketin hundir. Di vê sar û sermayê de em li derve man. Rayedarên dewletê qet li halê me neprisîn. Kesî alîkariya me nekir. Em hê jî mexdûr in. Ma mirov ev qas guhnedêriyê dike?"    ‘DEWLETÖ ALİKARIYA ME NEKIR'   Aksûyê bilêv kir ku roja erdhejê rê girtî bûne û şebekeya telefonan tune bûye û got: "Ez û 4 zarokên xwe hindik mabû biqerisin. Em li gund 100 kes tevî heywanan di axurekî de man. Roja pêncan komek hat û rêya me vekir. Extiyarên em perîşan bûn. Heywanên me di bin kavilan de mirin. Me nikaribû xw ebigihîne tu kesî. Dewletê jî alîakriya me nekir, rêyên me venekirin. Guhnedêrî kir û em mexdûr kirin. Hê jî em mexdûr in. Qet nebe dikaribû ji bo heywanên me cihekî çêbike. An jî kairbû konekî bidana me."    KURD Û ELEWÎ Û CIHÊKARÎ   Aksûyê diyar kir ku kurd û elewî bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin û got: "Diviyabû wisa nebûna. Diviyabû alîakriya me bikirana. Ger di rojên wisa zor û zehmet de ne li cem min be, helbet ez ê wiha bifikirim."    Huseyîn Aksû jî got: "Erdhej çêbû, em derketin derve. Em bi rojan di axur de man. Piştî çend rojan alîakrî ji me re hat. Hê jî kon nedane me. Niha em di tendûrekê de dimînin. Em sê kes in. Em bi dorê radizên."    MA / Adnan Bîlen